Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin 2021-07-15 15:01:22   MERSÎN - Êrişa çekdarî ya li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê li Antalyayê hat şermezarkirin.    Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê, êrişa çekdarî ya li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Gelek kes tevlî daxuyaniya ku li pêşiya avahiya HDP'ê ya Antalyayê hat dayîn bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Antalyayê Muhsîn Taşar, diyar kir ku êrişên li dijî partiya wan zêde dibin û got ku rexmî êrişan jî wê dev ji têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin.