Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-07-15 14:22:35   STENBOL - Li Rîzeyê cenazeyê 5 kesên ku piştî rabûna lehiyê winda bûbûn hatin dîtin û ji bo 3 kesan jî xebat didomin.    Duh di saetên nîvro de li Rîzeyê baraneke zêde bariyabû û lehî rabûbû. Ji ber lehiyê li gelek cihên bajar hezan çêbûbû û gelek kes di bin hezanê de mabûn û agahî ji wan nedihat girtin. Cenazeyê 5 kesên ku agahî ji wan nedihat girtin hatin dîtin. Her wiha ji bo 3 kesên ku hê jî agahî ji wan nayê girtin xebat didomin.