Şewat li ber vemirandinê bû lê helîkoptêran gur kir 2021-07-15 14:00:52   ŞIRNEX - Şewata li Herêma Bestayê ya Şirnexê li ber vemirandinê bû, lê helîkoptêrê gule li herêmê barand û bi vê yekê re şewat carek din berbelav bû.    Li Herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de ji 12’ê tîrmehê ve şewat derketiye û her ku diçe belav dibe û didome. Şewata ku heta niha tu tîmên agirkujiyê mudaxile nekirine, xwe bi xwe li ber vemirandinê bû lê duh bi şev dîsa berbelav bû.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin; duh bi şev helîkoptera leşkerî gule li herêmê barandiye û ji ber vê yekê şewat carek din belav bûye.