Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne 2021-07-15 13:21:57   RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 129'emîn de nobeta xwe ya "Edaletê" didomîne, ji peywirê girtina bi Biryaryanemeya Serokkomariyê ya Rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû bi bîr xist û got ku ew li bendê ne ji bo Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî biryarnameyek bê derxistin.    Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 129'emîn de didome. Rexmî ku îro ji ber 15'ê Tîrmehê betlane ye jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Emîne Şenyaşar, derbarê binçavkirina wan a ji ber serdana bajar a Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku duh pêk hatibû de axivî û diyar kir ku bi awayekî kêfî hatine binçavkirin.    'POLIS HEWL DA LI ME BIDE'   Emîne Şenyaşar, da zanîn ku ji bo Bûldan wan nebîne ew binçav kirine û wiha got: "Beriya niha jî heman tiştî kirin. Piştî serok çû me berdan. Polisek ku bi me re hatibû hebû. Timik zilmê li me kir. Hewl da li me bide. Li nexweşxaneyê rewşa min ne baş bû, kurê min giriya. Wî polisî pir zilm li me kir. Çima vê li me dikin. Kî malbata min qetil kir? Hê jî li pey me ne. Gav bi gav me dişopînin. We çî yê me dît? Dewlet, hikûmet, edalet tune ye, tenê zilm heye. Ji malbata min 3 kes kuştin. Kurê min kirin girtîgehê. Ketine me ya edliyeyê qedexe ye. Şopandin li ber mala me dest pê dike. Em bi kuderê ve biçin me dişopînin. Ketiye pey me ku sucekî bibînin. Ji bo ku barê me girantir bikin."   BIRYARA BINÇAVKIRINÊ TUNE YE   Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku ji roja ku dest bi çalakiya xwe kirine ve cara 5'an e tên binçavkirin û ev tişt anîn ziman: "Êdî em hînê binçavkirinê bûne. Dema ku parlamenter û serokê patiyekê tê bajar, ji ber ku difikirin wê serdana me bikin me binçav dikin. Herkes jî vê dizane. Lewre mexdûriyeta me tê zanîn. Ev hatine duyemîn a Hevseroka Giştî ya HDP'ê bû. Ji ber ku fikirin wê serdana me jî bike bi awayekî bêhiqûqî me binçav kirin. Ev sûc e. Bi navê dozger me binçav kirin lê piştî rêveberiya baroyê û parêzerên me pê re ketin têkiliyê dozger got ku biryareke wî ya binçavkirinê tune ye û miduriyeta polisan di nav xwe de hin tiştan dike."   'EM ZILMÊ RAWESTÎNIN'   Şenyaşar, da zanîn ku tevahiya rojê wan li 3 nexweşxane û 2 qereqolan gerandine û wiha ev bang kir: "Ev zilm e. Jixwe hûn daxwaza me ya edaletê bi cih naynin, qe nebe zilmê jî nekin. Dayika min 65 salî ye. Ji serê sibehê heta êvarê em li vir rûdinin. Em edaletê dixwazin. 3 mirovên me hatin qetilkirin. Derbarê kesên ku li nexweşxaneyê komkujî kirin de tu kirarî nehatiye kirin. Werin em tev bi hev re vê zilmê rawestînin."   JI BO PARLAMENTER JÎ BIRYARNAMEYEK DERXIN   Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê jî bi bîr xistina ji peywirê girtina bi Biryaryanemeya Serokkomariyê ya Rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê Melîh Bûlû ev parvekirin kir: "Destpêkeke baş e. Gelê Rihayê ji bo parlamenterê we yê komkujî pêk anî jî li benda biryareke nîvê şevê ye."