Ji bo Cejna Qurbanê ava gundên Hezoyê hat berdan 2021-07-15 10:35:01 ÊLIH - Piştî gundê Zîlan li 8 gundên din ên Hezoyê ceryana dînamoyên avê hat berdan û piştî 22 rojan ava gundan hat. Hat zanîn ku ji bo Cejna Qurbanê ceryana dînamoyan demkî hatiye berdan.    Şirketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji 23’yê hezîranê ve ceryana dînamoyên ava gundên Zîlan, Bacaxê, Selîvê, Kanikê, Malê Gir, Hiskutê, Holê, Kifîfê, Xoxê yên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve bi hêceta “deynê ceryanê nedane” birrîbû û av li ser gundan hatibû qutkirin. Li ser nerazîbûna raya giştî hat zanîn ku DEDAŞ’ê duh ceryana dînamoyên ava gundan berda ye û av herikiye gundan.    Li van gundan bi hezaran welatî 22 roj bêav man. Gundiyan bi dervetên xwe bi tangêr û metereyan diçûn ji Çemê Batmanê û qenala avdaniyê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) avê dianîn û pêdiviyên xwe avê dabîn dikirin. Li van gundan ji ber nebûna avê nexweşînên wek emel û vereşînê derketibûn.   Muxtarên gundan destnîşan kirin ku DEDAŞ’ê ji bo Cejna Qurbanê ku demborî ye ceryan hatiye berdan.    BÊAVIYÊ MIRIN BI XEW RE ANΠ   Ji ber nebûna avê Îsa Uke (16) yê ji gundê Zîlan di 10’ê tîrmehê de çûbû qenala avê ya aydê DSÎ’yê ku xwe û cilên xwe bişo û di avê de xeniqîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Li derûdora qenalê tu tevdîrek ji bo ewlehiya însanan nehatiye girtin û ji ber vê yekê rê li ber xeniqandinê vedike.    JI BO ŞÎNÊ Û CEJNÊ AVÊ BERDAN   Li gundê Zîlan ji ber şîna Îsa Uke û hatina Cejna Qurbanê di 13’ê tîrmehê de ceryana dînamoyê gund hatibû berdan û piştî 20 rojan av hatibû berdan.