Melîh Bûlû bi biryarnameyê hat bi biryarnameyê çû 2021-07-15 08:56:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Melîh Bûlû yê wek qeyûm danîbûn ser Zanîngeha Bogazîçiyê bi Biryarnameya Serokkomariyê ji wezîfeyê hat girtin.    Prof. Dr. Melîh Bûlû yê AKP'yî beriya niha bi 6 mehan li ser fermana Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan wek rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin. Bûlû dîsa bi Biryarnameya Serokkomariyê ji wezîfeyê hat girtin. Biryar di rojnameya fermî de jî hat weşandin.    BÛLÛ JI BIRYARÊ BAWER NEKIR    Bûlû bi biryara di rojnameya fermî de hat weşandin bawer nekir û di hesabê xwe yê Instagramê de îdia kir ku agahiya derbarê wî de bêbinî ye.    BI BERXWEDANÊ ÇÛ    Bûlû ji roja ku wek qeyûm hatiye tayînkirin îstîfaya wî tê xwestin. Li dijî danîna qeyûm Bûlû, xwendekar û akademîsyen bi mehan in li ber xwe didin û xwepêşandanên mezin li dar xistin. Di çalakiyên bi mehan berdewam kirin de gelek xwendekar hatin binçavkirin û girtin.