Dermankirina penaberên birîndar didome 2021-07-14 16:54:18   WAN - Li Wanê dermankirina 20 penaberên di qezaya trafîkê de birîndar bûbûn didome.    Li navçeya Bêgiriya Wanê di 7’ê tîrmehê de di encama qezaya trafîkê de 12 penaberan jiyana xwe ji dest dabû û 20 jî birîndar bûbûn. Piştî qezayê penaberên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê û Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaş a Zanîngeha Yuzunyu Yila Wanê. Dermankirina penaberên birîndar hêj didome. Kesên tên dermankirin zêdetir zarok in. Hat diyarkirin ku pêdiviya penaberên birîndar ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve tê dabînkirin.