Şahid di danişînê de vegot: Dozger got ‘Bêje min Elçî kuştiye, ez ê te berdim’ 2021-07-14 16:44:55   AMED - Gotnên ji şahidên doza cînayeta Tahîr Elçî Denîz Ataş mohra xwe li dozê da. Ataş da zanîn ku di bin îşkenceyê de îfade daye û dozger gotiye “Têkildarî kuştina Tahîr Elçî îfade bide bêje min kuştiye, ez ê te serbest berdim” û metna li ber xwe bêyî bixwîne îmze kiriye.    Danişîna 3’yemîn a Doza Tahîr Elçî li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin. Polîsên ne girtî ji dozê tên darizandin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bûn. Polîs S.T. ji Meletiyê, polîs F.T. ji Xarpêtê û polîs M.S. jî ji Hatayê beşdarî dozê bûn.    Hat xwestin ji baroyên Êlih, Bedlîs, Agirî, Mêrdîn, Wan, Mûş, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan beşdarî dozê bibe, dadger daxwazê red kir.    ŞAHID HATIN GUHDARKIRIN    Di danişînê de dengên şahidên navê wan eşkere û şahidên navê wan veşarî hat guhertin, dîmen hat mozaîkkirin û bi rêya SEGBÎS’ê hatin guhdarîkirin.     ‘MIN ÎFADEYEK WIHA NEDAYE’    Şahidê navê wî eşkere Ekrem Ozgun ku ji dozek din ceza lê hatiye birîn got wî berê têkildarî kuştina Elçî qet îfade nedaye. Ozgun da zanîn ku dema hatiye girtin jî mafê xwe yê bêdengiyê bikar aniye û got: “Derbarê kuştina Tahîr Elçî de tu agahiya min nîne. Dema Tahîr Elçî hat qetilkirin ne li Amedê bûm. Ez îfade û teşhîsê qebûl nakim. Du caran li Sûrê birîndar bûm. Li qereqolê neaxivîm. Min xwe bêdeng kir. Min got ‘ez îfade nadim dozger’ jî. Du meh li nexweşxaneyê hatim tedawîkirin. Îfadeya ‘Wextê li Tahîr Elçî xistine min dît’ ne aydê min e. Teqez min nedîtiye ku çawa lêdane.”    Li ser vê yekê parêzer Gamze Yalçin axivî û destnîşan kir ku tevî şahid dibêje mafê xwe yê bêdengiyê bikar aniye jî lê di girtek de îmzeya dozger heye û di dosyeyê de arastekirin heye.    Parêzer Mahsuni Karaman jî ji Ozgun re got dibêjin ku te di îfadeya xwe de gotiye Tahîr Elçî bi sîleha endamê PKK’ê Mahsûm Gurkan hatiye kuştin. Ozgun got: “Min îfadeyek wiha nedaye. Ez îfadeyek wiha qebûl nakim.”    ŞAHID: DOZGER GOT ‘KUŞTINA ELÇÎ BIXE STÛYÊ ÛGÛR Û MAHSÛM’    Ji şahidên nav vekirî Denîz Ataş ku hikum xwariye wiha got: “Ez dixwazim di danişînê de amade bim. Ez dixwazim her tiştî li wir vebêjim. Dozger got ‘Têkildarî kuştina Tahîr Elçî îfade bide, ez ê te serbest berdim’. Min bawer nekir. Komplo li min çêkirin. Min xapandin. Xwendin û nivîsandina min nebû, hema çi danîn ber pêşiya min, min îmze kir. Ez we nabihîzim. Ez dixwazim di danişînê de vebêjim. Ez naxwazim li ser SEGBÎS’ê îfade bidim. Dixwazim li eywana danişînê amade bim. Ji ber ku guhên min nabihîzin, ez tam ji we fêm nakim. Îşkence li me kirin. Dozger jî hat. Ji min re gotin tu yê cînayeta Tahîr Elçî bixî stûyê Ûgûr û Mahsûm. Nexwê me ê te bikujin. Min vîdeo negirt. Ji ber tirsa wan min dayîna îfade qebûl kir.”    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Piştî axaftina parêzeran û şahidan dadgehê ji bo kêmasiyên di hundirê dosyeyê de têkildarî qeydên kamerayê yên hatine jêbirin û kêmasiyên din werin temamkirin danişînê taloqî 12’ê çileya 2022’yan kir.