9'emîn Bultena Pandemiyê ya TTB'ê: xiza parastina ji koronayê li bajarên herêmê kêm e 2021-07-14 16:22:07   ENQERE - Di 9'emîn Bultena Pandemiyê ya TTB'ê de hat diyarkirin ku xiza parastina ji koronayê li bajarên herêmê kêm e.    Koma Xebata Pandemiyê ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), 9'emîn bultena pandemiyê ku heftane amade dike bi civîne online aşkera kir. Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya ku bultenê di civîna online vegot, diyar kir ku di rojên dawîn hejmara kesên ku ji vîrûsa koronayê baş dibin ji yên kesên ku pê dikevin kêmtir in û wiha got: "Careke din hejmara pêketiye zêde bûye. Rexmî vê daneya vekirî jî Wezareta Tenduristiyê hê jî çavkaniyên pêketîbûnê aşkera nake."   Di bultenê de hat destnîşankirin ku ji ber rêjeya kêm a derzîkirinê li bajarên herêmê xiza parastina ji koronayê jî kêm e.