HDP’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da: Wê têkoşîna me bidome 2021-07-14 15:39:45   ENQERE - MYK’a HDP’ê û rêxistinên navend û navçeyên wê têkildarî rojiya mirinê ya di demê Darbeya Eskerî ya 12’ê Îlonê li Zindana Amedê pêk hatibû daxuyanî dan û wiha gotin: “Wê têkoşîna me heta ku ev hişmendiya darbekar têk biçe û bi rastiya Zindana Amedê re rûbirû bimînin wê bidome.”   Lijneya Rêveberina Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêxistinên bajar û navçeyên wê têkildarî 38’emîn salvegera çalakiya “14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin” a li Zindana Amedê ku bûbû navenda îşkenceya Darbeya Eskerî ya 12’ê Îlonê pêk hatibû daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyan de Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.    HDP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya pêngava vejîn û raperînê, dilsoziya welatparêziyê, pêxistina çirûska azadiyê, veçirandina kirasê koletiyê û serwerkirina ruhê azadiyê ye li gelê me pîroz be. Em hemû berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Wê têkoşîna me heta ku ev hişmendiya darbekar têk biçe û bi rastiya Zindana Amedê re rûbirû bimîne wê bidome.”   COLEMÊRG   Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî ji bo berxwedêrên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bernameya bîranînê li dar xist. Gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Şadiye Kirmizigul, diyar kir ku wê li dijî faşîzmê têkoşîna berdexwedanê bidome. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Gulbeyaz Mihçi jî wiha got: “Heke wan li dijî zilm û îşkenceyê serî ne tewandibe, divê em jî xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em ê şopdarê doz û têkoşîna wan bin.”