Doza rojnameger Şahîn û Gayip taloq bû 2021-07-14 12:53:47 STENBOL - Danişîna doza ku edîtora ETHA'yê Semîha Şahîn û nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip jê dihatin darizandin taloq bû.    Çardehmîn Danişîna doza ku Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegîhana ajansê Pinar Gayip jî di nav de 4 kesên ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" jê tên darizandin, li 23'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Bi hinceta vîrûsa koronayê heyeta dadgehê rojnameger û temaşevanan negirt eywana danişînê. Rojnameger Şahîn û Gayip tevlî danişinê nebûn lê parêzerên wan lê amade bûn.    Bi daxwaza ku kêmasiyê di dosyayê de bên derbaskirin danişîn taloqî 9'ê mijdarê hat kirin.