Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan 2021-07-14 12:04:05   COLEMÊRG - Eskeran li gundê Marûnis ê bi ser Colemêrgê ve, gule berdan gundiyên ku li pezê xwe yên windabûn digeriyan. Gundiyan têkildarî tiştên qewimîn daxwazname da walitiyê lê bersiva daxwaznameyê nehat dayîn.    Eskeran di 5’ê Tîrmehê de li mezraya Kutus ya gundê Marûnisa bi ser navenda Colemêrgê ve gule berdan Hamît Kaya, Kemal Kûrt û Mehmet Dûman ên li pêzê xwe yên windabûn digeriyan. Gundiyên ku eskeran li wan xist, ji wan re xeber gotin û heqaret kirin pişt re hatin berdan. Dûre welatiyan ji bo eskerên gule berdan ser wan û li wan xistin werin cezakirin daxwazname dan Walitiya Colemêrgê lê ligel ku 9 roj di ser bûyerê re derbas bûne jî hêj bersiva daxwaznameyê nehatiye dayîn.    ESKERAN GULE BERDAN   Gundiya di daxwaznameya ku dan walitiyê de wiha gotin: “Em li mezraya Kutus a girêdayî gundê Marûnisê dijîn û bi sewalkariyê debara xwe dikin. Qismekî pezê me ji kerî veqetiyaye û winda bûne. Ji ber vê yekê ji bo em pezê xwe bibinin ketin nava lêgerînê. Lê eskerên wê derê mûameleyeke xerab li me kir û em biçûk xistin. Dema gule berdan ser me û hatin cem me li me dan. Heqerat li me kirin û gef li me xwarin. Ji bo em li pezê xwe bigerin bi çi awayî nebûne alîkar û berovajiyê wê muameleyeke derveyî mirovahiyê li me kirin.”   ‘XWESTIN ME BIKUJIN’   Gundiyan di berdewama daxwaznameyê de ev tişt gotin: “Eskeran gule li ser me barandin û xwestin me bikujin. Bi salan e em li wî cihî ne, warên me ne. Hêj jî qismekî mezin ê pezê me winda ye, ji ber helwesta eskeran em nikarin lê bigerin. Pez bi rojane bê av in. Tiştên li me hatin kirin ên weke lêdan, gef, bikaranîna peywîrê ya xerab hêmanên sûc in.”  Gundiyan di encama daxwaznameyê de jî cih da van agahiyan: “Em dixwazin ku ji bo tişta bi serê me hat, lêkolîn were destpêkirin û ji bo pezên me yên windabûyî ji me re destûr were dayîn.”   JI DAXWAZNAMEYÊ RE BERSIV NEHAT DAYÎN   Ligel ku 9 roj bi ser bûyerê re derbasbûne jî Walitiyê hêj bersiva daxwaznameyê nedaye. Li ser vê yekê gundiyan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê dan. Serokê Şaxa ÎHD’ê Yûsûf Çobanoglû têkildarî serlêdanê agahî dan û diyar kir ku kesên mexdûr û malbatên wan bi daxwaza alîkariya hiqûqî serî li komeleya wan dane.    Çobanoglû, da zanîn ku wê şopdarê bûyerê bin û wiha got: “Em ê li dijî her cure binpêkirinên mafan li cem gelê Colemêrgê bin.”