Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî 2021-07-14 10:18:03   AMED - Cenazeyê Abdullah Bûlat ê HPG’î ku li navçeya Licê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 57 rojan radestî malbata wî hat kirin.    Cenazeyê Abdullah Bûlat (Armanç Cûdî) ê HPG’î ku di 18’ê gulanê de li navçeya Licê ya Amedê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarokê Kaniya Henê yê navçeya Hezoya Êlihê hat veşartin. Cenazeyê ku 57 roj in li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat sekinandin duh şev radestî malbata Bûlat hat kirin.    Malbatê cenaze bir bajarokê Kaniya Henê û bi tevlîbûna endamên malbatê, xizm û gelek kesan merasîma cenaze li dar xist. Piştî ku wecîbeyên olî yên cenazeyê Bûlat bi cih anîn, cenaze li goristana bajarok hat veşartin.