Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat 2021-07-14 09:46:43 ÎZMÎR - A.T.D. ku di saetên serê sibehê de bi çekê êrişî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê kir hat binçavkirin.    Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, di saetên serê sibehê de li dijî avahiya HDP'ê ya navçeyê êrişeke çekdarî pêk hat. Li ser îxbara ku kesekî êrişî avahiya HDP'ê kiriye polis hatin cihê bûyerê û kesê bi navê A.T.D. (28) ku hat tespîtkirin êrişî avahiya HDP'ê kiriye binçav kirin. Çeka êrişkar a ku pê êrişî avahiyê kir jî hat desteserkirin.    BERÎ NIHA ÊRIŞ KIRIYE   Derket holê ku A.T.D. di sala 2018'an de jî heman rengî êrişî avahiya HDP'ê kiriye û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.