Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû 2021-07-14 09:28:39 ŞIRNEX- Îdrîs Atak, ji ber rojname û kovar belav kiribûn naylon li ser canê wî hatibû helandin û ji ber vê berê xwe dabû çiyê. Atak, di sala 2004'an de li çiyê jiyana xwe ji dest da. Dêya wî got: "Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû."  Îdrîs Atak ku di sala 1983'yan de li gundê Spîndarok yê girêdayî Şirnexê ji dayik bûye, yek ji generalên Apê Mûsa (Musa Anter) bû. Dema ku 2 salî bûye malbata wî ji ber zordariya dewletê koçî Edeneyê dike. Gava Atak dibe 14 salî, rojnameya Ozgûr Gundemê nas dike û dest bi belavkirina rojnameyê dike. Piştî vê Atak, bi êrîş û gefên bi kuştinê re rû bi rû dimîne. Demek bi şûn de Atak derbasî kovara Ozgur Halkê dibe. Di dema belavkirinê de rojekê bi şev ji aliyê JÎTEM'ê ve li malê tê desteserkirin û jê re dibêjin 'te bi destên xwe rojnmae belav kir, te bi pêyên xwe rojname gerandin, te bi zimanê xwe xwend û bi vî awayî te hêz da gel' û naylonê li ser dest, pê û ruyê wî dihelînin.    Lê li gel hemû îşkenceyên giran ên di wî temenê biçûk de jî Atak paş de gav navêje. Piştî vê Atak tê girtin û bi qasî 3 mehan di girtîgehê de dimîne. Gava tê berdan, zext û tahdeya li ser wî zêde dibe û ji ber vê di sala 2001'ê de tevli nav refên PKK'ê dibe. Atak, di 15'ê Tîrmeha 2004'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest da.    Dayika wî Melîha Atak ku bi salan e li cenazeyê kurê xwe digere, behsa têkoşîna kurê xwe kir.    'LI SER LAŞÊ WÎ NAYLON HELANDIN'    Dayîk Melîha Atak, di destpêka axaftina xwe de ewilî şehîdên çapemeniya azad bibîr anîn. Atak, diyar kir ku kurê wê Îdrîs Atak di temenekî biçûk de daxilî nav xebatên çapemeniya azad bûye û li dijî zext û gefan daxwaza wî ya ji bo ragihandina rastiyan zêdetir bûye.    Atak got: "Em di sala 1985'an de ji gundê xwe derketin û koçberî Edeneyê bûn. Îdrîs, li wir dest bi xwendina dibistanê kir. Îdrîs bi welatpareziya malbata xwe tevgeriya û têkoşîna wî di temeneke biçûk de dest pê kir. Di wan salan de kovara Ozgûr Halk û rojnameya Ozgur Gundemê dihatin belavkirin. Rojekî hat malê û got, 'Min îro rojnameyek dîtiye û min xwendiye gelek bala min kişandiye.' Min jî jê re got,' Te çawa xwendiye û te li ku dît.' Ji min re got, 'Rojnameyeke gelek baş e û serkeftî ye ez dixwazim belav bikim.' Temenê wî gelek biçûk bû. Me jê re got,' Tu biçûk î tu nikarî belav bikî.' Got, 'Na ez ne biçûk im' û derket çû. Çû bûroya rojnameyê ya Edeneyê. Di wî emrê xwe yê biçûk de dest bi belavkirina rojnameyê kir. Rojname belav kir û dem di ser re derbas bû û pişt re derbasî kovara Ozgur Halkê bû û di wir de cih girt. Di wê demê de hêzên tarî li ser kar bûn. Ji bo ku pêşiya çapemeniya kurd bigirin her tişt dikirin. Nedihiştin ku dengê urdan bê bihîstin. Dema ku emrê Îdrîs bû 15-16 ev hêzên tarî hatin malê û ew revandin û birin. Me nezanî ku bi ku ve birin. Dema ku birin ez pey ketim lê ji ber çavên min winda bûn. Rojek di ser re derbas bû, serê sibehê anîn avêtin hewşa malê. Min digot kuştine. Min lê mêze kir, laşê wî hemû şewitandibûn. Neynûkên wî kişandibûn. Bi derfetên xwe em çûn dermanxaneyê me dermanên şewatê anîn û bi vî awayî tedawî kir. Heta ku birînên wî çêbûn di mal de ma. Piştî ku sax bû dîsa çû ser karê xwe.  Piştî ku çû dîsa pey wî ketin. Di sala 2001'an de hat girtin. Îdrîs 3 mehan di girtîgehê de ma. Piştî ku ji zindanê derket, çû navenda kovara Ozgur Halkê ya Stenbolê. Me got wê li wir xebata xwe bide meşandin. Lê li wir jî pêşiya wî girtin. Li wir çû û min êdî ew nedît."   RAGIHANDINA RASTIYÊ   Atak, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku Îdrîs ji ber ku gel ji rastiyan agahdar dikir, her kesî jê hez dikir û cesareta wî nedihişt ku rastî li hemberî îşkenceyê serê xwe bitewîne.    Dayik Atak got: "Di sala 2004'an de agahiya şehadeta wî hat. Lê cenazeyê wî nehat. Tişta ku herî min diêşîne ev e. Nizanim cenazeyê wî li ku ye. Ji roja ku şehîd ketiye heta roja îro polîs tên pirsa wî dikin. Dibêjin, 'Li ku ye?' Heta ku wê roja çûyî jî midûriyeta polîsan gazî bav û birayê wî kirin, ji bo îfadeyê."   Dayik Atak, anî ziman ku bi rojan jî behsa Îdrîs bike jî dê nikaribe biqedîne û got: " Îdrîs pir dihat hez kirin. Biçûya ku derê li ser mirovan bandor dikir. Însanên ku ji wî hez dikirin pir zêde bûn. Biçûya ku derê li wir cihek wî çêdibû. Ez çûm girtîgehê hevdîtina wî. Hevalên wî digot, me însan wekî wî zana û camêr neditiye. Li Edeneyê taxeke kurdan nebû ku ew nas nedikir. Di dilê gel de cihê xwe girti bû. Di wî emrê xwe yê biçûk de gelek bi cesaret bû. Dema ku îşkence lê kirin jê re gotibûn, 'Tu bi destê xwe rojnameyê belav dikî, tu bi lingên xwe digerînî û tu bi zimanê xwe dixwînî û gel bi hêz dikî.' Pişt re li ser ling, dest û rûyê wî naylonê dihelînin. Lê li tevî ev qas êrîşan jî serê xwe netewand û heta dawiyê gel ji rastiyê agahdar kir. Îdrîs çû, lê bi hezaran şopdarên wî hatin.  Ez Îdrîs bi rojan vebêjim xelas nabe. Ew hêz û cesarata wî nayê gotin."   'ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENG KIRIN'    Atak, bal kişand li ser girîngiya çapemeniya azad jî û destnîşan kir ku tu hêz nikare çapemeniya azad bêdeng bike. Dayik Atak got: "Nedihiştin ku çapemeniya kurd pêş bikeve. Ji ber ku tenê wan dengê kurdan dida bihîstin pêşî li wan dihat girtin. Çend ajans û rojname û kovarên çapemeniya kurd hatin girtin. Xebatkarên ku ev qebûl nedikirin û dev ji xebatê bernedidan jî hatin windakirin. Çapemenî ne tiştekî wisa ye ku pêşî lê bê girtin. Çapemenî nebe mirov nikare ji tiştekî agahdar bibe. Divê pêşiya çapemeniyê bê vekirin. Tu hêz nikare dengê çapemeniyê qut bike. Îro bi sedan xebatkarê çapemeniyê di girtîgehan de ne. Ji bo ku gel ji rastiyê agahdar in hatin girtin. Lê nizanin ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin. "   MA / Zeynep Dûrgût