Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat 2021-07-14 09:25:52 ÊLIH - Li gundê Zîlana bi ser Hezoyê ve ji sala 2009’an ve 6 şêniyên gund ji ber ku li derûdora qenala DSÎ’yê tevdîr nehatine girtin, di ava vê qenalê de xeniqîn. Herî dawî Îsa Uke di qenalê de xeniqî. Bavê Uke Nurî Uke destnîşan kir ku lawê wî ji ber xemsariya dewletê xeniqî ye û qeniqandina kurê xwe wek cînayet nirxand.   Qenala avdaniyê ya aydê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku ji Bendava Êlihê tê û heta navenda Êlihê diçe li gundan dibe sedema metirsiyê. Destpêka qenala avê ji gundê Zîlan a bi ser navçeya Hezo ya Êlihê dest pê dike û ber bi Êlihê ve diçe. Qenal bi qasî 3 kîlometreyan di nava gundê Zîlan de derbas dibe. Li derûdora vê qenalê ango li keviyên wê tu tevdîr nehatine girtin. Ev bêtevdîrî rê li ber metirsiyan vedike. Ji roja ku ava vê qenala hatiye berdan heta niha bûye sedema xeniqandina şêniyên gundê Zîlan. Ji sala 2009’an ve 6 welatiyên ji gundê Zîlan di ava vê qenalê de xeniqîne.    Qenala ku 8 metre firehiya wê û 4 metre kûr e heta niha li dehma gundê Zîlan ne têl û ne jî hesin li dora wê hatine çêkirin. Hem welatî û hem jî heywanên gundiyan dikevinê û têde dixeniqin. Bi taybetî jî zarok dikevinê û carek din jê dernakevin.    6 WELATIYÊN GUND XENIQÎN!   Heta niha keyayê gundê Zîlanê Ahmet Sayar di sala 2018, Mehmet Sevîm (18) di sala 2009’an de, Berat Sayar (9) di sala 2011’an de, Îbrahîm û Mehmet Salîh Oşrak ên birayên ku hêj zarok bûn di sala 2014’an de û herî dawî jî di 10’ê tîrmeha 2021’an de Îsa Uke (16) di vê qenalê de xeniqîn e.    ŞÊNIYÊN GUND BI BERTEK IN    Tevî ku ev şêniyên gundê Zîlan di qenalê de xeniqîne jî lê tu tevdîr nehatine girtin. Ev yek jî ji aliyê şêniyên gundê Zîlan ve wek xemsariya DSÎ’yê tê nirxandin û dibêjin êdî bes e ku zarokên wan di vê qenalê de xeniqîn û ew naxwazin êdî tu Îsayên din bixeniqin û demildest tevdîr li derûdora qenalê were girtin.   Her wiha li gelek gundên din û navenda Êlihê jî di vê qenala avê de xeniqîn e. Xelkê vê herêmê dixwaze DSÎ ji bo tevdîran gavan biavêje.    JI BER AV NEBÛYE DIÇE XWE LI QENALÊ BIÇE    Bavê Îsa Uke, Nûrî Uke ji ajansa me re axivî û xemgîniya xwe ya li pey lawikê xwe anî ziman. Uke diyar kir ku ji ber DEDAŞ’ê ava gund qut kiriye û sê heftene bêav bûne. Uke da zanîn ku lawikê wî alîkariya hêrandina cehê cîranê xwe dike û ji bo ku Îsa xwe bişo diçe malê dibîne ku av li malê nîne û li gel hevalê xwe ji bo şûştinê diçe qenala avê. Uke got lawikê wî bi avjeniyê jî nizane û dikeve qenalê û dixeniqe û got: “Ewqas bêtevdîrê jî nabe. Me zarokên xwe li erdê nedîtiye. Bila êdî canek me yê din neçe.”    ‘EV CÎNAYET E’    Uke destnîşan kir ku lawikê wî ne yê ewil e ku di vê qenalê de dixeniqe û ku bêtevdîrê wisa bidome wê lawikê wî ne yê dawî be jî. Uke anî ziman ku ew daxwaz dikin ku li tavilê rayedar werin li derûdora qenalê tevdîran bigirin û wiha got: “Ev ne mirinek asayî ye. Ev cinayet e. Ji ber vê bêtevdîriyê em he sal ewladek xwe bidin. Em dibêjin êdî bes e. Em bi hêvî ne lawikê min wê bi be yê dawî. Em dixwazin dewlet dest biavêje vê meseleyê. Serê me tevan sax be.”    MALBAT AMADEKARIYA VEKIRINA DOZÊ DIKE    Uke destnîşan kir ku ji bo ev cinayet bi dawî bibin dê doz vekin û got: “Çi ji destê me were em ê bikin. Piştî şînê em ê amadekariya vekirina dozê bikin.”   ‘BILA WERIN SER QENALÊ BIGIRIN’    Şêniyê gundê Zîlanê Îhsan Ozerdem jî li şûna bûyerê ji kameraya me re axivî û xemsariya dewlet a ji ber bêtevdîriyê rexne kir. Ozerdem anî ziman ku ew naxwazin êdî zar û zêçên wan di vê qenalê de bixeniqin û ew di serî de bang li DSÎ, walîtî û qeymeqamiyê kir ku dawî li vê xemsariya bêtevdîriyê bînin û ser qenalê bi awayek were girtin.    MA / Bîlal Guldem