ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-14 09:00:34 * Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Enqereyê, derbarê hin bersûcên Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de biryara beraetê dabû û ji ber hin tawanbariyan jî derbarê dozê de biryara demboriyê dabû. Dadgeha îstinafê biryara dadgehê pesend kir. Parêzer Erdal Kûzû, bertek nîşanî biryara îstinfaê da.  * Hevserokê Komeleya 78'an a Huseyîn Bariş ku 10 salan di Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an de ma, anî ziman ku ji îşkenceya fizîkî wêdetir ya herî giran, bêhna xwînê û olana qîrînan bû. Bariş ji bo gotinên Serokkomar Erdogan ku gotibû "em ê bikin navenda çandê" jî bilêv kir ku divê mexdûr û şêniyên bajêr derbarê girtîgehê de biryarê bidin.    * Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê yên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç, anî ziman ku armanca çûna Erdogan a Amedê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî ye, ji bo rayên xwe yên ji dest çûne konsolîde bike çûye û got: "Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye."    * Çalakiya Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 128'emîn de berdewam dike.   * Danişîna doza biryarê ya bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê 16 kesên ji bo 34 kesên li Roboskê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn de hat vekirin wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê were dîtin. (09.00)   * Wê sêyemîn danişîna doza têkildarî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ya derbarê 3 jê polîs 4 kesan de  hatiye vekirin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (10.00-17.00)   * Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê wê bi tevlîbûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay Kongreya xwe ya Awarte li dar bixe. (11.00)   * Wê HDP di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinkirinê de îro li Amedê bi nûnerên partiyan re bê gelhev. (11.00)   * Koma Xebata Pandemiyê ya TTB’ê, 9’emîn “Bultena Pandemiyê ya TTB’ê” ku heftane tê amadekirin wê bi awayekî online bi çapemeniyê re parve bike. (12.30)   *  Wê Hevseroka HDP’ê ya Giştî Pervîn Bûldan, li Rihayê bi gel re were bahev. (13.00)   * Wê li Edeneyê û Mêrsînê, kesên di 14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de jiyana xwe ji dest dan werin bibîranîn. (14.30)