46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-13 20:27:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 24 saetên dawî de 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar û 285 kes pê ketin.    Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên derbarê Covîd-19'ê de, di 24 saetên dawî de 234 hezar û 439 test hatine kirin û 6 hezar û 285 kes bi Covîd-19'ê ketine. Hat diyarkirin ku 46 kes jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane.    Li gor daneyan, 5 hezar û 162 kes jî baş bûne.