Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand 2021-07-13 16:47:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê Rojhilata Navîn Mîchel Rûbîn, geşedanên li başûrê Kurdistanê yên li dijî kurdan nivîsand û wiha şîrove kir: "Li Kurdistana Iraqê derbeya Tirk-Îranê didome û di vê navberê de DYE radizê.  PDK'a ku berjewendiyên eşîretî ji xwe re kiriye kul, demek dirêj e ku meqamên amerîkî kiriye nava xusranê."   Dîroknasê amerîkî û xebatkarê Enstîtuya Hewldanê ya Amerîkayê (American Enterprise Institute) Miceale Rûbîn ku di navbera salên 2002 û 2004'an de di mijara Iraq û Îranê de şêwirmendîtiya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê kir, derbarê geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîseke balkêş nivîsand. Rûbîn, di nivîsa xwe de bal dikişîn ser planên Tirkiye û Îranê û şikandina bandora Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê.   NAKOKIYÊN DI NAVBERA YNK Û PDK'Ê DE   Nivîsa Rûbîn bi tevahî wiha ye:   "Kurdistana Îraqê xwe wekî hevkarê Emerîkayê nîşan dide. Ku berjewendiyên wan pê hebe dikarin bibin hevkarekî bi rastî. Lê, digel vê jî lîstikên Machiavellian gelek caran dibin sedema gotin û kirinên Serokên Kurdên Îraqê hev du negirin.   Piraniya pirsgirêkê di malbatên rêveber de ye. Jihevçûna êla Barzanî û malbata Talabanî heta nîveka salên 1970'yî diçe, lê ancax piştî bîst salan bû dijminatî. Partiya Mesûd Barzanî (Partî Demokratî Kurdistan, PDK) û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ya Celal Talabanî di hilbijartina yekem a Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê de hema bi qasî hev deng standin û piştre li ser parvekirina îqtîdarê li hev kirin. Li hev nekirina li ser hatinên aborî jî rê li ber şerê navxweyî û du parçetiya herêmê vekir. Mînak, di sala 2000'an de ku min serdana Kurdistana Iraqê kir, ji bo ji Hewlêrê biçim Silêmaniya ku YNK'ê rêveberiya wê dikir, gerek min ji îstixbarata PDK'ê destûra ewlehiyê bistanda.   Hewildanên piştre ji bo ber bi hev ve anîna her du aliyan ji rastiyê wêdetir kozmetîk bûn. Pirsgirêka sereke, malbata Barzanî di hemû gotinên xwe de ji nijadperweriyê wêdetir eşîretperwer in: Ji bo PDK'ê her tişt li dora malbatê diçe û tê. Hem polîtîka hem jî kar li dora malbatê dizîvire. Celal Talabanî di demên xwe yên dawî de berjewendiyên malbatî jî destek kir, lê bi qasî Barzaniyan ji kiras dernexist. Talabaniyan ji bo civakek firehtir xwedî xweşbînî ne, bûn xwedî helwestek pêşverû; ku mirov Hewlêr û Dihok a di rêveberiya PDK'ê de dayne ber Silêmaniya azadî û destûrfirehî wê karakterîze dike, ev aşkere dibe. Bi gotinek din, Kurdên her du herêman jî gazinan ji neserkeftîbûna hikûmetê dikin. Li Silêmaniyê rêveber vê wekî ba ji ber çûnekê dibînin û kêm caran midaxale dikin; li Hewlêrê ev gilî û gazin dikare bibe sedema li navenda polîsan lêxistinê bixwe û/an jî çend salekî di girtîgehê de bimîne.   HEWLDANÊN PDK'Ê   PDK ya ku berjewendiyên eşîretî ji xwe re kiriye kul, demek dirêj e ku meqamên Emerîkî kir nava xusranê. Di destpêka dagirkeriya DYE'yê de, rayedarên PDK'ê, li hember destkeftiyên dema wê kin ku ji Îranê distandin, gelek caran bi îstîxbarata Îranê re operasyonên Emerîkayê têk birin. Serokwezîrê kevin (û niha Serokê Herêmê) Nêçîrvan Barzanî, derbarê operasyonên nêzîk dibûn de agahî da merhûm serekê Hêza Qudisê Qesam Silêmanî. Di dema têkoşîna li hemberî Dewleta Îslamê (DAIŞ) de PDK’ê bi caran alav xwestin, lê her ku hat dayin an ji bo kara xwe firot an jî ji bo li hemberî Kurdên li hemberî xwe bi kar bîne, hilanî. Û şervanên PDK’ê dema bi operatorên taybet ên DYE’yê re peywira xwe bi cih dianîn, vîdeoyên karê xwe bêyî ku kontrol bikin û bêyî agahdarî diweşandin û hinek caran hevkarên xwe yên Emerîkî xistin rîskê. Hewl didin wekî Emerîka li hember YNK’ê PDK’ê tercîh dike nîşan bidin. Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî, rojnamevan bi sûcê bi dîplomatên Emerîkî re axivîne girtin û bi casûsiyê tawanbar kirin û avêtin girtîgehê.   AMERÎKA JI LAHOR BAWER E   Piştî Celal Tabanî koça dawî kir, hêza sereke ya YNK’ê kurên Talabanî Bafil û Qubad û pismamê wan Lahor bûn. Qubad cîgirê Mesrûr Barzanî ye. Lê bi rastî bûye Tariq Ezîzê Sedam ê PDK’ê. Ew ne xwediyê xwe û tu hêzî ye. Xuya ye heta Quban Telebanî bi dîplomatên Cîhana Rojava piştrast bike dê raweste û zewqê digire ku Qubadê bê hêz pê li peyva xwe bike. Di vê navberê de Bafil, serokiya YNK’ê bi Lahor re parve dike, lê belê kontroleke unîter dixwaze. Lê rayedarên Emerîkî Lahorê ku li serê serwîsa îstixbaratê ye pirtir ewle dibînin, jîr e, jêhatî ye û di midaxaleyên zehmet de mixatabekî bi fêde dibînin.   BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ YÊN BARZANÎ   Têkiliya Lahor a bi Washingtonê re dibe sedema ku ew bibe hedefa Tirkiye û Îranê. Ya yekem, Tirkiye; demekê ji bo Cîhana Rojava li hember terorê hevkarekî saxlem bû, di dewra Recep Tayyip Erdoğanî de du alî lîst: Mînak, Têra xwe îspat hene ku rayedarên Tirk Dewleta Îslamê destek nekiribin jî hema karê wan hêsantir kirine. DYE’yê hewl dida li hember vê derkeve. Di vê navberê de Tirkiye têkiliyên xwe bi Mesrûr Barzanî re bi bazareke şeytanî xurt kir. Li hember serdestiya Tirk berjewendiyên Barzanî yên şexsî hatin dayin. Mesrûr Barzanî ku çar sal berê ji referandûma serxwebûnê diaxivî, îro herêma xwe bi qasî Komara Tirk a Qibrisa Bakur ji bo berjewendiyên Tirkan kiriye kolonî. Planên Barzanî yên nelirê û îxaneta wî ya ji bo pereyê naqît, di vê navberê de bû sedema PKK (Partiya Karkerê Kurditan) û hevkarên wê yên li Sûrî îtibara xwe mezintir bikin.   MESRÛR LI SER PDK-Î BI ÎRANÊ RE LI HEV KIRIYE   Lê Lahor, hîn jî ji bo kirinek wiha astengî ye. YNK û Lahor bi xwe li pêşiya şerê navxweyî yê Kurdan û emrê Erdoğanî asteng bûn.  Ji ber ku Lahor Kurdên Sûrî destek dikir û alîkariya DYE’yê dikir Erdoğan pir bir hês bû, lê ku Mesrûr bi emrê Tirkiyeyê Lahor bi awayekî serkeftî bişikîne, dê encam dîsa rih pê de hatina Dewleta Îslamê be. Piştre mijara Îranê heye. Li dîplomatên herêmî di hefteyên dawî de Mesrûr, li Îranê ji bo PDK-Î’yê ji Îraqê derxe li hev kir û ji bo li hember Lahor hemleyekê bike peymanek çêkir. Ji bo van hevdîtinan jî kesek ji malbatê bi kar anî. Li Koysencax û navçeyên din ên di kontrola YNK’ê de. Lê ev komik êdî li hember Îranê şerê çekdarî nakin. Tehran li pey heyfa xwe ya dîrokî ye. Ku bikaribin van komikên biçûk têxin şerekî ev dê ji bo hevkêşa hesas a herêmê xira bikin rîsk e.   AMERÎKA DI XEW DE YE   Di vê navberê de DYE radizê. Destekirina firehkirina hêza Tirkan a herêmê dê Iraqê ji xurt neke, qels bike. Mesrûrekî xurt jî dê dê ne li gor berjewendiyên Emerîkayê be: Tew nebe, Mesrûr hem îdarî hem jî malbatî ji bavê xwe hindiktir bi tecrûbe ye. Wekî şexs, Mesrûr ji alî psîkolojîk ve ne serast e. Ji sedemên planên Mesrûr û ji ber hewlên wî yê heyf hilanînê Kurdistan ji pêşketinê dûr dikeve û di polîtîkaya derwelat de dikeve krîza îtibarê. Serok Joe Biden, divê baweriyê bi gotinên Mesrûr û rayedarên din ên Kurd ku di serdana herêmê de wekî dijberî Îranê xuya dikin baweriya xwe nînin. PDK gelekî YNK’ê wekî alîgirê Îranê rexne dike û mêvanên Emerîkî re dibêjin Barzaniyan li hember Îranê pirtir bi biryar in, lê cuda ye. Ku mirov bawer bike PDK dijberî Îranê ye, divê mirov tîcareta mezintirîn a petrolê ku li Deriyê Hecî Umran ê de kontrola PDK’ê de çêdibe nebîne. Têkiliya aşkere ya YNK’ê bi Îranê re jî nabe sempatî; pirtir li ser nêzîkbûnê ye û berjewendî ye."