Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir 2021-07-13 14:33:06   ŞIRNEX - Baroya Şirnexê, ji ber vedanên ku dike derbarê DEDAŞ'ê de doz vekir.    Xebatên vedanê ku Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li navenda û navçeyên Şirnexê dike, welat bêzar bûne. Li ser giliyên zêde yên welatiyan Baroya Şirnexê doz li li DEDAŞ'ê vekir. Baroya Şirnexê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku di demên dawîn de li herêmê ji ber pirsgirêkên ku ji DEDAŞ'ê peyda dibin gelek gilî ji wan re hatine kirin û di encama van giliyan de li gorî qanûna parêzeran doz li DEDAŞ'ê vekirine.