Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin 2021-07-13 13:46:19   ENQERE - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku hejmara pêketiyên varyanta Deltayê zêde dibin û da zanîn ku heta niha li 36 bajaran nêzî 750 vîrûsa varyanta deltayê tespît kirine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, pirsên rojnamevanan bersivandin. Koca, têkildarî pirsa wê bi darê zorê derziyê bikin an na?, bersiva “Armanca me ew e ku zêdetir bi rêya qenehkirinê dixwazin derziyan bikin” da. Koca, balkişand ser rêjeya kêmbûna derzîbûna li bajarên herêmê û wiha got: “Rêjeyên derzîkirinê niha li Colemêrgê ji sedî 50, li Şirnexê ji sedî 40, li Erdexanê ji sedî 50 ye. Li Qersê jî heman tişt e, li Semsûrê jî nêzî ji sedî 50 ye. Divê em biçin ber deriyê welatiyan û bi tîmên mobîng zêdetir bixebitin. Ji xeynî qenehkirinê em naxwazin welatiyan bi cezakirinê derzî bikin. Sektora taybet dikare? Ew ji derveyî me ye.”   LI 36 BAJARAN WEQA HATIN TESPÎTKIRIN   Koca, derbarê varyanta Deltayê de jî wiha axivî: “Weke li Cîhanê her ku diçe hejmara pêketiyên varyanta Deltayê li welatê me jî zêde dibe. Niha hejmara pêketiyên vîrûsa varyanta Deltayê derket 750’yan. Bajarên vîrûs lê hat dîtin jî derket 36’an. Delta plus jî li 3 bajaran hatiye tespîtkirin û 3 kes pêketine.”   Koca, destnîşan kir ku ji sedî 20 li weqayan zêdebûnek heye û wiha berdewam kir: “Di hejmara weqayan de ketinek tune ye. Ev zêdebûn bi taybetî li bajarên ku derzîkirin lê kêm e tên dîtin. Bajarên weke Amed, Şirnex, Semsûr, li Rojhilat û Başûrê Rojhilat zêdebûneke weqayan heye. Ji ber wê yekê heta cejnê divê li wê herêmê zêdetir derzî bên kirin.”