Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin 2021-07-13 10:32:43   AMED - Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku li bajarên herêmê yên rêjeya derzîkirinê lê kêm e hejmariya pêketiyan zêde ye û bi lêv kir ku pêwîstî bi kampanyayeke bi hêz heye û divê ev jî bi zimanê dayikê be.    Bandora şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li Tirkiyeyê bandora xwe didomîne, li gorî daneyên fermî hejmara pêketiyên rojane di navbera 5 û 6 hezaran de ye. Hin bergiriyên têkildarî şewbê di 1’ê tîrmehê de hatin rakirin, ligel vê yekê jî li bajarên herêmê hejmara pêketiyan zêde bû. Sedemê vê yekê jî kêmbûna rêjeya derzîbûnê ye. Li gelemperiyê Tirkiyeyê rêjeya kesên ku doza derziyê ya ewil bûyî ji sedî 45 e, ev rêje li Amedê dora ji sedî 22 ye. Ligel banga rêxistinên tenduristiyê ya “Derzî bibin” jî hêj encamên tên xwestin nehatine girtin. Endamê Konseya Navendî yê Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya derbarê mijdarê de ji ajansa me re axivî.    Yerlîkaya, bal kişand ser hejmara pêketiyan û diyar kir ku xetereya pandemiyê hêj didome. Yerlîkaya, da zanîn ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl di 3-4 rojên dawî de hem li beşa lênerîna awarte hem jî serwîsa normal li ser 10’an nexweş radizin û bi lêv kir ku gotinên desthilatê yên şewb xistine bin kontrola xwe ne rast in.    RÊJEYA DERZIKIRINÊ KÊM E   Yerlîkaya, destnîşan kir ku ji bo belavbûna şewbê were asta astengkirinê divê ji sedî 70 civak were derzîkirin û wiha got: “Bi taybetî li bajarên herêmê pirsgirêkek mezin heye. Rêjeya derzîkirinê pir kêm e. Heke wisa berdewam bike wê weke havîna derbasbûyî dîsa bedel werin dayîn. Mixabin varyant jî di rojevê de ne em dizanin ku ev varyant zêdetir belav dibin. Di demekî ku ev varyant wisa zêde dibin de em ê bi zêdebûna hejmara pêketiyan re rûbirû bimînin.”   FIKARA CIVAKÊ YA DERZÎKIRINÊ    Yerlîkaya, destnîşan kir ku divê derzîkirin were zêdekirin û wiha berdewam kir: “Têkildarî derzîkirinê polîtîkayeke ku baweriyê bide civakê nehat bi rêvebirin. Civak bi fikar e. Desthilatê rê de vê yekê. Derbarê derzîkirinê de bê baweriyek çêbû.”   KAMPANYAYA ZIMANÊ DAYIKÊ   Yerlîkaya, ligel rêjeya kêm ya derzîkirinê jî bi rê ve nebirina kamyayayekê ya desthilatê ya li herêmê rexne kir û wiha got: “Heke bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê hatibûya kirin, têkildarî girîngiya derzîkirinê civak qeneh kiribûya hewceyî evqas xebatê nedibû. Em destnîşan dikin ku derzî bi ewle ye û bi bandor e. Tenê destnîşankirina me tê re nake. Divê otorîteya tenduristiyê û desthilat bi awayekî zelal bi zimanê civakê vebêje. Lê mixabin heta vêgavê ev yek nehat kirin. Ji ber vê yekê divê bi zimanê civakê kampanyayeke bi hêz a bi zimanê civakê were bi rê ve birin. Heke em vê baweriyê li bajarên herêmê nedin avakirin wê vîrûs berdewam bike ku belav bibe. Qasî ku belav bibe jî wê zêdetir bikuje û varyantên nû derkevin holê.”   BANGA “DERZÎ BIBIN”   Yerlîkaya, xwest ku bajarên vîrûsa varyanta deltayê lê hatine tespîtkirin werin aşkerakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derzî wê hem we hem hezkiriyên we biparêze. Derzî ji bo parastina civakê jî amûreke girîng e.”     MA / Ayşe Surme