Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in 2021-07-13 09:06:25 STENBOL - Hanîfe Molla ku ji gardiyanên tehde li kurê wê Mûstafa Molla kirin re got, "ez ê giliyê we bikim", gardiyan jî jê re got: "Li vir em hem dadger hem jî dozger in."  Mûstafa Molla ku di Tîrmeha 2018'an de li Stenbolê bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û wî şandibûn Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 6'an, 12 sal ceza lê hat birîn. Paşê Molla, sewqî Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê kirin. Dayik Hanîfe Molla ku di 7'ê Tîrmehê de çû girtîgehê cem kurê xwe, di dema hevdîtinê de dewsa derban li ser canê kurê xwe dîtiye û ji kurê xwe pirsî ye. Kurê wê jî jê re gotiye di 28'ê Hezîranê de 8 gardiyanan lêxistiye.    RAPOR NEDANÊ   Molla, anî ziman ku gardiyanan kurê wê birine hewadariê û li wir 8 gardiyanan lêxistiye. Molla, bilêv kir ku di 29'ê Hezîranê de kurê wê xwestiye biçe nexweşxaneyê û raporê bigire, lê gardiyanan dîsa lêxistiye. Molla got: "Piştî kurê min israr dike, wî dibin revîrê. Bijîşkê revîrê, kurê min muayene nake. Kurê min ji bijîşk rapora derbkirinê dixwaze, lê bijîşk nadê. Mûstafa dibêje, qirika min diêşe û dixwaze bijîşk dermanekê jê re binivîse. Bijîşk derman nanivîse û bi vî awayî kurê min dibin qawîşê. Kurê min bi erdê ve kaş dikin û dibin qawîşê."    HER DERÊ WÎ MOR BÛBÛ    Molla, diyar kir ku piştî lêdanê cezayê ragihandinê li kurê wê hatiye birîn û ji ber vê nikaribûne pêwendî pê re deynin. Dayik Molla got: "Piştî ku kurê min telefon nekir, di 7'ê Tîrmehê de çûm girtîgehê. Di dema hevdîtinê de her tiştî ji min re got. Di dema hevdîtinê de gomlekê xwe rakir û her derê canê wî mor bû."    GILÎ   Molla, bilêv kir ku piştî hevdîtinê xwestiye biçe cem dozgerê girtîgehê û got: "Gardiyanan got, 'Dozger ne li vir e. Tu çima dixwazî biçî cem dozger?' Min jî got, 'Ez ê biçim giliyê we bikim. We li kurê min xistiye.' Ji min re gotin, 'Li vir em hem dadger hem jî dozger in. Min jî got, 'mafên min ên qanûnî hene û ez ê wan bi kar bînim' û min pirsî bê ka dozger li ku ye. Ji min re gotin, dozger li navenda bajêr e. Ez jî çûm navenda bajêr û min hevdîtin bi dozgerekî re kir. Mala wî ava, bi me re eleqedar bû. Min her tişt jê re got û min giliyê gardiyanan û bijîşk kir."    Dayik Molla, destnîşan kir ku girtî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û tenê daxwazeke girtiyan heye ew jî doza mafên xwe yên qanûnî dikin.    BANG DAYIKAN KIR    Molla, diyar kir ku kurê wê 3 sal in girtiye û heya niha derbarê wî de gelek lêpirsîn hatine kirin. Molla, bilêv kir ku bi vî awayî înfaza kurê wê jî hatiye şewitandin û got: "Lêpirsînên wan jî hemû eletewş in. Mesela, ragihandin û pirtûkwergirtin mafê hemû girtiyan e. Lê nadin Mûstafa. Kurê min daxwaznameyê dinivîse û dibêje, 'pirtûkan dixwazim.' Ji ber vê derbarê wî de lêpirsînê vedikin û ceza lê dibirin. Bi vî awayî înfaza kurê min şewitandin. Ez tenê doza edaletê dikim. Li vê dewletê edalet nemaye, lê heger hebe dixwazim hesabê vê bê pirsîn. Bang li daikên girtiyên azadiyê dikim. Werin em bibin yek û zarokên xwe bi tenê nehêlin. Ew canên me ne, ew rûmeta me ne. Ji bo rûmetê, ji bo gelê me têdikoşin. Kesî nekuştine, dizî nekirine. Têkoşîna wan, têkoşîna rûmetê ye. Dayikno werin em bibin yek û li cem zarokên xwe bin."    Têkildarî mijarê me telefonî girtîgehê kir, lê rêvebiriya girtîgehê anî ziman ku dê derbarê vê de tiştekî nebêjin.    MA / Ferhat Çelîk