Kana keviran gundiyan bêzar kiriye 2021-07-13 09:06:23 ÎDIR - Kana keviran ku li gundê Horgow ê Îdirê hatiye çêkirin, şêniyên gund bêzar kiriye. Toza kana keviran gund daye ber xwe û hat derpêşkirin ku li gund hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde bûye.  Li gundê Horgow ê Îdirê, kana keviran a Nûnerê Weqfa Yenî Dunya Abdulcebbar Baştemûrê nêzî AKP'ê, cardin hat şixulandin. Toza ji ber dînamîtan belav dibe gund dinuxmîne. ŞÊniyên gund diyar kirin ku kana keviran naxwazin û ji ber vê li gund nexweşînên kronîk zêde bûne.    KES GUH LI WAN NAKE    Şêniyê guund Mehmet Koseme, diyar kir ku toza kana keviran gundê êsirge girtine û ji ber vê heywanên wan û şêniyên gund dimirin. Koseme, destnîşan kir ku kana keviran zirareke mezin dide gundê wan û got: "Ji roja ku hatiye çêkirin heya niha gelek heywanên me û mirovên me mirin. Ji ber tozê heywan kor dibin. Bêhna mirovan diçike. Me gelek caran ragihand rayedaran, lê guh li me nakin. Ji bo pereyan zirarê didin hewanan û xwezayê."    Alî Yakçin jî bilêv kir ku toz û dûmana kana keviran bandoreke pir nebaş li wan dike. Yalçin ku got "Bizin ketiye etra kêrê qesêb jî ketiye etra bez" destnîşan kir ku xwediyê kana keviran ketiye etra pereyên xwe û mifha xwe, lê belê tenduristiya gundiyan ne xema wî ye. Yalçin, bilêv kir ku gundî wekî mirovan nayên hesibandin û got: "Heger wekî mirovan bihatana hesibandin, dê tevdîr bigirtana. em nikarin heywanên xwe bibin hêla kana keviran, ji ber toz û dûmanê."    GUND BÛYE GIRTÎGEH    Ayşan Akbûlût jî derpêş kir ku ji ber toza kana keviran gelek xizmên wan û gundiyên wan jiyana xwe ji dest dane. Akbûlût, bilêv kir ku êdî hew deyax dikin û got: "Gava ba tê, gund di nav tozê de dimîne. Em rica dikin bila wê bigirin an jî tevdîrina bigirin. Ji roja ku kana keviran hatiye çêkirin heya niha gelek gundî nexweş ketine. Ji ber kana keviran em nikarin biçin seyranê jî. Em nikarin derî û paceyên xwe vekin. Gund ji bo me bûye girtîgeh. em nikarin kincên xwe li derve raxin."    MA / Dîndar Karataş