DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir 2021-07-12 17:30:01   STENBOL - DAD’ê, serdana DÎAY-DER’a ku rojên borî ji ber xwendina xutbeya kurdî 9 endamên wê hatin girtin kir.    Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), serdana Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER) ku ji ber xwendina xutbeya kurdî 9 endamên wê hatin girtin kir. Di serdana ku li avahiya DÎAY-DER’ê ya li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê pêk hat de bi kurdî û tirkî pankarta “Ol aştî ye, biratî ye û wekhevî ye” hat daliqandin.   ‘MA XWEDÊ KURDÎ NIZANE?’      Pîrê Mala Cemê ya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Mehmet Karabûlût pirsa “Îbadeta bi zimanê dayikê çawa dibe sûc?” kir û wiha got: “Ma Xwedê kurdî nizane, tenê erebî dizane? Na. Divê ev gel heta hetayê mafê îbadeta bi zimanê dayikê biparêze heke wê behsa demokrasiyê ya li vî welatî bibe gotinek.”   ‘NIKARIN QEDEXE BIKIN’   Ji Meclîsa Pîrên DAD’ê Îbrahîm Erdogan jî diyar kir ku ji berê ve li dijî vê hişmendiyê têdikoşin û bi lêv kir ku wê têkoşîna xwe bidomînin jî. Erdogan destnîşan kir ku kesên ji Xwedê bawer dikin ji wî re şirîk çêdikin û wiha got: “Zimanê Xwedê nikarin qedexe bikin. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi salan e pêk tînin hedê xwe derbas kiriye. Heke desthilat me tune bihesibîne divê em bi hev re bin û xwe bi hêztir bidin xuyakirin.”   Serokê Mala Cemê ya Gaziyê Haşîm Kizildere jî bi lêv kir ku girtinên pêk hatine zilm e û diyar kir ku tu civak ji ber ol û baweriya xwe nikare were cihekirin.