Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike 2021-07-12 16:38:21 ŞIRNEX- Li navenda Şirnexê, xerakirina peyarêya kolana hunerê ku di bin navê "sererastkirinê" de tê kirin esnafên kolanê mexdûr dike.   Kolana Hunerê ya li navenda Şirnexê, her sal di bin navê "sererastkirinê" de ji aliyê şaredariya bajar tê xerakirin. Esnafên li kolanê ku ji vê rewşê bêzar bûne, bi bertek in. Esnafê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku her sal ev kolan ji hêla şaredariye ve tê xerakirin û ev tişt got:" Her sal rewşa me ev e. Her sal ev kolan bi vî awayî tê xerakirin. Ji bo ku îhaleyê bidin alîgerên xwe em her sal vê îşkenceyê dikişînin. Divê Şaredariya Şirnexê êdî xebatên ku xİzmeta gel nakin bi dawî bike. Em mexdur in û nikarin di kolanê de bixebitîn."