Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan 2021-07-12 15:42:16   STENBOL - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa L a Silivriyê, ligel gefa şewba vîrûsa koronayê jî mîqdareke kêm avê didin qawişan.    Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê dimînin, ji şertên girtîgehê bi gazind in û bi rêya telefonê van gazind in xwe ji malbatên xwe re radigihînin. Girtiyê bi navê Omer Saît Yilmaz ku li Qawişa F4’ê ya girtîgehê dimîne, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û mûameleya xerab ji dayika xwe Saliha Yilmaz re ragihand. Yilmaz, diyar kir ku girtiyên nexweş dernaxînin revîrê û da zanîn ku ligel gefa şewba vîrûsa koronayê jî mîqdareke kêm avê didin qawişan. Yilmaz, bi lêv kir ku xwarinên tên dayîn jî têra wan nakin û anî ziman ku ji destpêka şewbê ve nikarin sûdê ji çalakiyên civakî bigirin û kargoyên ji wan re tên nadin wan.    Yilmaz, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û mûameleya xerab di serî de rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan banga hestiyariyê li raya giştî kir.