Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin 2021-07-12 11:40:19   STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ji ber çalakiya 700’emîn tên darizandin, îro cara duyem derdikevin pêşberî dadger. Beriya danişînê li ber Edliya Stenbolê daxuyanî hat dayîn û dayikan got: “Em ê qet û qet dev ji qîrkirina zarokên me li ku ne bernedin.”   Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de xwestin li Meydana Galatasarayê daxuyanî bidin û li aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Polîsan mudaxileyî dayikan kiribû û 46 mirovên şemiyê binçav kiribûn. Doz li wan hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a Dayikên Şemiyê îro li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê tê lidarxistin. Dayikên Şemiyê beriya danişînê li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Zuleyha Gulum, parlamenterên CHP’ê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikûlû, rêveberên baroyên Stenbol, Amed, Wan û Enqereyê, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û gelek hunermend û nivîskaran beşdarî daxuyanî û danişîna dayikan bûn û piştevaniya wan kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ya ji vê dozê tê darizandin lêgerîna me ya heqîqet û edaletê ye” hat vekirin.    ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’    Xwişka nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê hatibû revandin û qetilkirin, Ayşe Tepe li ser navê Dayikên Şemiyê daxuyanî da. Tepe destnîşan kir ku 850 hefte ne dayik li ewladên xwe digerin û got: “Hûn hezar dozan jî vekin, em ê dest ji lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. Em ê her daxwazên xwe bînin ziman. Em ê qet têk neçin û li ber xwe bidin. Wê nikaribin dengê me qut bikin. “Em ê qet û qet dev ji qîrkirina zarokên me li ku ne bernedin.”   Pişt re rêveberên baroyên Wan, Amed û Stenbolê jî axivîn û destnîşan kirin ku ew ê dozê bişopînin.    Bi dû daxuyaniyê re girse ji bo beşdarî danişînê bibe derbasî avahiya edliyeyê bû.