AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne 2021-07-12 09:03:28 STENBOL - Parêzer Bunyamîn Înce yê ku li Geverê dayika wî Surmî Înce ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin, cezayê li leşker hatiye birîn wek “xelatkirinê” pênase kir û gelek faîlên bûyerê hene û AYM’ê dosyeyê ji esasê xistiye ber lêpirsînê.   Li bajaroka Xirvatê ya bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve di 18’ê tîrmeha 2016’an de leşkerê çawişê pispor Alî Dalgiran gule li Surmî Înce (55) ku xwarinê ji zarokên xwe giya didirûn re dibir reşand û ew qetil kir. Derbarê vî çawişê pispor de doz hat vekirin. Di 2’yê tîrmehê de biryara dozê hat dayîn. Dadgehê pir hindik mîna ku xelat bike 3 sal û 10 meh li çawişê pispor birî. Parêzeran cezayê hat birrîn wek “cezayê xelatkirî” nirxandin.    Parêzer Bunyamîn Înce wextê ku dayika wî hat qetilkirin hêj xwendekar bû û pişt re dest bi pîşeya parêzeriyê kir û li dosyeya doza dayika xwe dinêre. Parêzer Înce cezayê dane kujer û pêvajoya darazandinê nixand.             DAXWAZ HATINE REDKIRIN    Înce da zanîn ku îfadeyên bavê wî û xwişk û birayên wî dane li ber çavan nehatiye girtin û gelek leşkeran gule li dayika wî reşandiye û piştî bûyerê ji ji wir reviyan e. Înce got ji bo rastî derkeve holê her tiştî dadgehê daxwaz kirine û her carê daxwazên bêhêcet hatine redkirin. Înce anî ziman ku dayika wî bi zanebûn hatiye kuştin û divê kujer bi vî cezayê hindik nemîne hiştin. Înce destnîşan kir ku divê di dozê de tenê ne leşkerek were cezakirin û ew vê qebûl nakin û lazim e leşkerên din jî werin darizandin. Înce got lê dadgehê guhê xwe ji her tiştî re girtiye.    AYM’Ê DERBASÎ LÊPIRSÎNA ESASÊ BÛYE    Înce diyar kir ku lêpirsîna derbarê leşkerên din de bêyî ku bibe doz hatiye bidawîkirin û wî derbarê leşkerên din de jî berpirsiyariya wan di bûyerê de heye serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye. Înce da zanîn ku di xisûsa binpêkirina mafê jiyanê de lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û di serlêdana bo AYM’ê de lêpirsîna pêşîn temam bûye û derbasî lêpirsîna esasî bûye. Înce got heke lêpirsînek bi bandor bihata kirin wê binpêkirinek wiha derneketa holê.    ‘KUJER TÊN XELATKIRIN’    Înce destnîşan kir ku ew cezayê li kujer hatiye birîn wek “xelatkirinê” pênase dike û ji ber cezayê hindik ji kujerên wiha re tê birrîn, bûyerên din ên kuştinê diqewimin. Înce got rola dadgehan ji bo cezakirinê girîng e lê bi erka xwe ranabin. Înce anî ziman ku polîtîkaya bêceza hiştinê bi siyaseta heyî ve girêdayî ye û got: “Gelê kurd tê terorîzekirin. Emê heta dadgeha bilind biçin. Wê têkoşîna me bidome.”    MA / Mehmet Aslan