Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir 2021-07-12 09:03:27 ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek piştî şertên pandemiyê hatin asayîkirin, dest bi qeydên perwerdehiya ziman kirin. Mamosteyên komeleyê diyar kirin ku divê her kes xwedî li ziman derbikeve û vê bangê kirin: "Werin tevlî perwerdehiya ziman bibin."  Li Tirkiyeyê li gel belavbûna vîrûsa koronayê Kovîd-19'ê bi giştnameya Wezîrê Navxweyî gelek cih hatin girtin û di her qadan de perwerdehî hatin sekinandin. Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek piştî şertên pandemiyê hatin asayîkirin, dest bi qeydên perwerdehiya kurdî kir. Qeydên ku 1'ê tirmehê hatine destpêkirin wê heta 31'ê tirmehê bidomin. Hevserokê Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek Mîrza Ronî û mamosteyê kurdî Bahadîn Rubar bang li xwendekaran kirin ku ji bo perwerdehiya ziman serî li komeleyê bidin.    LI GUNDAN JÎ XEBAT TÊ MEŞANDIN    Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê Mîrza Ronî anî ziman ku serlêdan çiqas zû çê bibin ew ê ewqas zû dest bi qursan bikin û wiha axivî: "Komeleya Birca Belek ku ez bêjim tekane Komeleya Çand û Zimane ku li Cizîrê kar û xebatên xwe ev 2 sal in dimeşîne. Komeleya me bi her awayî bi hişmendî, lêkolîn û kar û xebatên ziman radibe û karê xwe dimeşîne. Lê ji ber pêvajoya koronayê me nikaribû xebatan bi rê ve bibin. Lê dîsa jî me li ser tevna civakî me gelek caran bangawaziyên xwedî derketina ziman kirin. Niha jî em dixwazin ji bo qursên zimanê kurdî serlêdan werin kirin. Ji bo vê jî  li ser torên civakî û her wiha rûbirû bangawaziyên me çêbûn. Ne tenê navenda Cizîrê ji bo ku derdor û gundên Cizîrê jî bên perwerdehiyê em di nav xebatan de ne."   'WERIN TEVLÎ PERWERDEHIYA ZIMAN BIBIN'    Ronî diyar kir ku dibê her kes bi bi berpirsyar tevbigere û bi serlêdanan xwedî li ziman derbikeve û ev bang kir: "Di meha tebaxê de em ê qursên xwe bidin destpêkirin. Ji ber wê jî ji niha ve banga me ji her kurdekî re heye ku werin serlêdan bikin û qeydên xwe yên ziman çê bikin.  Hatina her kurdekî wê  xwedî derketina xwebûnê xwe û ferasete ku xwerû bibe kurdewar pêk bîne. Di heman demê de wê bikaribe di hêla xwendin û nivîsandinê de xwe pêşve bibe. Em bang li xelkê xwe yê li Cizîra Botan dikin ku werin tevlî perwerdehiya ziman bibin."   'DERIYÊ SAZIYÊ JI HER KESÎ RE VEKIRIYE'    Mamosteyê Kurdî Bahadîn Rubar jî ji bo qeydên ji qursê wiha got: "Qursên ziman ji hêla rêveberiya me ve hatin destpêkirin. Em jî weke mamosteyên zimanê kurdî bangawaziyê li hemû gelê xwe dikin ku bên qeydên xwe çê bikin û bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Deriyê saziya me ji her kesî re vekiriye. Em dixwazin ku gelê me deriyê Birca Belek bike deriyê hînbûn û fêrbûna zimanê xwe û em li bendê ne ku werin qeydên xwe çê bikin."