Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir 2021-07-11 13:15:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle destnîşan kir ku Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP’ê pêvajoya “çareseriyê” bi dawî kir û got: “Bi îqtidara ku zîhniyeta Îttîhat-Terakkî temsîl dike re pêvajoya aştî û çareseriyê ne mimkin e. Dema ev zîhniyet têk biçe, wê pirsgirêka kurd jî bi şiklek demokratîk were çareserkirin.”    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 9’ê tîrmehê de hat Amedê. Di gotin ango daxuyaniyên Erdogan de tu guhertin nebû. Dîsa bi heman gef û gûran li dijî kurdan û partiyên kurdan axivî. Erdogan di daxuyaniya xwe de ji dawîkirina pêvajoya çareseriyê HDP’ê berpirsiyar girt. Lê Erdogan gotinên xwe yên di sala 2015’an de ku gotibû “Me pêvajoyê rakiriye sarincê” ji bîr kir û li Amedê carek din HDP’ê ji vê yekê wek berpirsiyar girt. Daxuyaniyên Erdogan carek din pêvajoya çareseriyê çawa dest pê kiriye û çawa bi dawî bûye anî rojevê.    Erdogan mutabakata Dolmbahçeyê red kiribû û bi vê yekê re tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girankirin. Pêvajoya çareseriyê piştî Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an û kuştina 2 polîsên li navçeya Serêkaniya Rihayê ya di 22’ê Tîrmeha 2015’an de hat bidawîkirin û carek din konsepta şer dest pê kir.    Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle ku bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn têkildarî daxuyaniya Erdogan a dawî ji ajansa me re axivî.    ‘KURD RÛYÊ WAN RASTÎ BAŞ NAS DIKIN’    Hatîp Dîcle anî ziman ku Erdogan dîsa li pey xapandina kurdan e û lewma hatiye Amedê û hatina wî ya Amedê jî bi pilankirî bû û got: “Çimkî herî zêde ew dizanin kurd çiqas bi pirsgirêkan re rûbirû mane. Di vê pêvajoya dawî de kurd rûyê wan rastî êdî baş nas kirine. Êdî dibînin ku çawa dihelin. Ji ber vê yekê jî ji kurdên nav AKP’ê re vê dibêjin; biçin bi wan însanên me berê bi rêya wan qezenc dikir re hevdîtinan bikin. Teqez wan qanih bikin û bila bixebitin. Pir eşkere dibînin ku di nava bêçaretiyekê de ne.”    ‘HAT AMEDÊ DEREWAN KIR Û ÇÛ’    Dîcle bal kişand ser hatina Erdogan a Amedê, daxuyaniyên wî û wiha got: “Em dibînin ku piştî Erdogan hat Amedê taktîkeke nû xiste merîyetê. Bi ser bi dawîkirina pêvajoya Îmraliyê re hema bêje 6 sal derbas bûn. Piştî ku pêvajoya Îmraliyê qediya û şunde me wê demê weke Şandeya Îmraliyê gelek berfireh ji çapemeniyê re vegot. Balkêş e ku Erdogan jî di nav de tu AKP’iyan negot ‘hûn rastiyan nabêjin, nîşeyên Îmraliyê hene, li gorî wan rastî eve’. Ji ber wê yekê hatina Erdogan a Amedê lêgerîna ka ‘ez ê kurdan dîsa çawa bixapînim, qet nebe hilbijartinên pêşiya me de ez ê çawa di nava kurdan de dengên xwe bilind bikim’ e.”   Dîcle da zanîn ku gelê kurd dizane AKP weke MHP’ê dijminê gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê gotinên Erdogan ser gel bandoreke mezin nake. Lê ew bi israr weke Wezîrê Propagandayê Goebbels ê Hîtler derewên xwe berdewam dikin. Tişta ku Erdogan kir jî ev bû. Weke meseleya derziyê bi derewan propaganda kir. Wê bibînin ka wê gelê kurd bi van gotinan bixape an na? Em ê bi hev re bibînin.”   ‘ERDOGAN LI SER ZEXTÊN ERGENEKON Û MHP’Ê PÊVAJOYÊ BI DAWÎ KIR’   Dîcle bersiva pirsa me ya “Li gorî we kî pêvajoya çareseriyê bi dawî kir?” jî wiha da: “Hevkariya Fethullah Gulen û Erdogan bi operasyona 17-25’ê Kanûna 2013’an de bi dawî bû. Yanî bi hev ketin. Di navbera wan de şerê îqtidarê dest pê kir. Erdogan bi hêza Fethullah Gulen re bi ser Ergenekonê ve çû. Vê yekê Erdogan xist nava fikaran. Erdogan çerx kir. Hêj hevdîtinên me û dewletê didomiyan, pejna hin tiştan dihat kirin. Lê pişt re hemû bi eşkereyî derket holê. Ergenekon û MHP’ê zextan li şirîkê xwe Erdogan kir û bi tasfiyekirina cemaeta Fetgullah Gulen re, biryara tasfiyekirina kurdan û bidawîkirina pêvajoya çareseriyê hat dayîn. Bi îqtidara ku zîhniyeta Îttîhat-Terakkî temsîl dike re pêvajoya aştî û çareseriyê ne mimkin e. Dema ev zîhniyet têk biçe, wê pirsgirêka kurd jî bi şiklek demokratîk were çareserkirin.”    MA / Ozgur Paksoy