Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin? 2021-07-11 09:01:40   ŞIRNEX - Malbatên girtiyên Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê bertek nîşanî îşkenceya gardiyanan dan ku li zarokên wan kirin. Malbatan got: "Yên ku dibêjin em însan in bila li hemberî vê îşkence û zilmê bêdeng nemînin."    Di 8'ê Tîrmehê de 20 girtiyên ku bi darê zorê ji Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L'yê sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê hatin kirin, ji hêla gardiyanan ve lêgerîna tazî li wan hatibû ferz kirin û ji ber ku girtiyan ev lêgerîn qebûl nekiribûn destê wan ji paş de hatibun kelemçekirin û bi erdê ve hatibûn kaşkirin. Malbatên girtiyan bertek nîşanî îşkenceya gardiyanan dan û destnîşan kirin ku dê vê îşkenceyê qebûl nekin û bang li raya giştî kirin ku dengê girtiyan bibihîzin.    'SARINC Û TELEVÎZYONA WAN TUNE YE'    Adil Aşkan, bavê girtî Seyîthan Aşkan, anî ziman ku li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê li dijî girtiyan pêkanînên li dijî mirovahiyê pêk tên û got: "Seyîtxan beriya niha di Tîpa L'yê de bû. Lê piştî ku Tîpa S'yê hat çêkirin, ew sewqî wir kirin. Li wir gardiyanan lêgerîna tazî li wan ferz kir. Wan jî ev qebûl nekiriye û yek bi yek gardiyanan êrîşî wan kiriye û li wan xistine. Bi lêxistinê ser û çavên wî werimîne. Niha di hucreyê de tên girtin. Di girtîgehê de jî vê êrîşê dikin. Xwarinê nadin, sarinca wan û televîzyona wan tune ye. Duh li ser telefonê hawar dikirin û digotin ji me re pere bişînin ku em ji xwe re bidin sarincekê. Di vê germê de ava germ didin wan. Lê tevî vê yekê hevalekî wan ê temenmezin bi erdê kaşkirine û nebirine nexweşxaneyê. Êrîşeke gelek mezin li ser girtiyan heye. Digotin li girtîgehan lêgerîna tazî tune ye. Heger nebe ev çi ye? Nahêlin bi kurdî biaxivin. Dibêjin em ê ji ber bêaviyê bimirin. Çima nahêlin ku zarokên me di girtîgehê de bi kurdî biaxivin? Raya giştî çima vê zilmê qebûl dike? Em malbatên girtiyan, vê îşkenceyê qebûl nakin."   'MA HEQÊ WAN HEYE KU EW VÊ ÎŞKENCEYÊ LI ZAROKÊN ME DIKIN?'   Emîne Erdogan, dapîra girtî Îslam Erdogan, bal kişand ser îşkenceya ku li girtiyan hatiye kirin û anî ziman ku ew malbatên girtiyan ew ê vê zilma ku li zarokên wan hatiye kirin qebûl nekin û got: "Dema ku neviyê min hatî girtin 14 salî bû. Di xew de girtine û birine. Ma heqê wan heye ku ew vê îşkenceyê li zarokên me dikin? Zarokên me mirov nekuştine û ne jî mal hilweşandine. Çima vê tînin serê zarokên me? Li vî welatî heqî nema ye. Yên ku zilmê dikin zêde dibin û yên ku heq û hiquqê dixwazin tune dikin. Hikûmet li pişt vê zilmê ye. Hûn çima vê zilmê dikin? Ya xwedê bikin da ku xwedê jî bide we. Me digot Erdogan serokê Tirkiyeyê ye û me rêz û hûrmet jê re girt. Me nedizanî ku wê Erdogan me wêran bike û li ser serê me zilm bike."   'EM QEBÛL NAKIN'    Gullî Avar, dayika girtiyê bi navê Veysî Avar, anî ziman ku ji ber ku girtîgeh pir dûr e ew nikare biçe hevdîtina kurê xwe. Avar, bilêv kir ku kesên ku li girtîgehan îşkenceyê li girtiyan dikin ji kê hêz digirin û got: "Di hevdîtina heftane de ji me re ragihand ku gardiyanan êrîşî wan kiriye û li wan xistiye. Ji ber ku rê dûr e ez nikarim biçim hevdîtinê û ji ber wê jî ez niha nizanim ku kurê min di kîjan rewşê de ye. Bila vê zilma li ser girtiyan bi dawî bikin. Em vê zilmê qebûl nakin. Jixwe di girtîgehê de ye, çima vê zilmê lê dikin? Ma ev heqê xwedê ye? Yên ku dibêjin em însan in bila li hemberî vê îşkence û zilmê bêdeng nemînin."    MA / Zeynep Dûrgût