Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn 2021-07-10 21:02:29   HATAY - Alî Îsmaîl Korkmaz ku di çalakiyên Geziyê de hatibû kuştin, di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li Antakyayê hat bibîranîn.    Xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz ku li Eskîşehîrê di dema çalakiyên geziyê de bi lêdanê hatibû kuştin, di salvegera mirina xwe de hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Weqfa Alî Îsmaîl Korkmaz (ALÎKEV) ve hat lidarxistin. Dayika Korkmaz Emel Korkmaz, bavê wî Şaban Korkmaz, birayê wî Gurkan Korkmaz, rêvebirên HDP, SYKP û Egîtîm-Senê tevli bîranînê bûn.    Dayik Emel Korkmaz ku li ser gora kurê xwe ya li Goristana Asrî ya Ekîncî ya Antakyayê axivî, daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kir.   Piştî axaftinan kesên tevli bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Korkmaz.