Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan 2021-07-10 16:50:01   ENQERE - 13 endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku ji bo bîranîna 10’ê Cotmehê hatibûn Enqereyê û polîsan ew asteng kiribûn û binçav kiribûn hatin berdan.    Polîsan endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku di çarçoveya kampanyaya salvegera 6’emîn a Komkujiya Pirsûsê de hatiye destpêkirin, beşdarî bîranîna qûrbaniyên ku di Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bibin, asteng kiribûn û 13 kes binçav kiribûn. 13 kesên ku piştî birin nexweşxaneyê hatin berdan. Navên wan kesan wiha ne: Ummuhan Ozdemîr, Yucel Yavûz, Volkan Ûyar, Yaren Tûncer, Ebrû Yîgît, Bîrkan Polat, Dogûcan Adiyaman, Şamîl Parlak, Zeynep Tan, Zeynep Ulger, Ayşe Mîzgîn Esmer, Dogûş Ozdemîr, Guney Akgun bi lêdanê binçav kirin.”