Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin 2021-07-10 16:26:30   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, ji bo girtiyê nexweş Ahmet Çakar ku roj bi roj nexweşiya wî giran dibe banga berdanê kir.   Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Çakarl (68) ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Şakranê girtî ye li ber Sumerbanka Kevn a Konakê daxuyanî da. Endam û reveberên ÎHD'ê tevlî daxuyaniyê bûn û pankartên "Bêdeng nebe girtiyen nexweş dimirin" û "Bêdeng nebe û nebe hevparê sûc dimirin" vekirin. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek, derbarê rewşa girtiyê nexweş  Çakal de axivî û ev agahî dan: "Gelek nexweşiyên Ahmet Çakaj hene. Teşhîsa pençeşêra mehdê danîne ser. Kemoterapî dibe. Her çûn û hatineke kemoterapiyê 4-5 saetan digire. Ji ber kemoterpiye bijîjkan hişyar kirin û gotin ku dibe xwîn biçe ser medê wî. Di 24'ê hezîranê de bi vê fikarê rakirin Nexweşxaneya Yeşîlyûrtê. Ev sewqkirin 7 saetan berdewam kir.    Çîçek ji bo bê tedawîkirina bang kir ku girtî Çakal bê berdan.