Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin 2021-07-10 15:57:28   ENQERE - Rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ku bertek nîşanî binçavkirina endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê dan wiha gotin: “Em ji bo bi yek dengî daxwaza xwe ya edaletê berz bikin li vir in.”   Polîsan di saetên sibê de êrişî endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku ji bo bîranîna Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê hatin Enqereyê kiribûn û 13 kes binçav kiribûn. Rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî bi civîna çapemeniyê binçavkirina endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê şermezar kirin. Civîna ku Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê li avahiya HDP’ê ya Enqereyê li dar xist, Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), Federasyona Anarşîstên Şoreşger, parlementerên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Mûrat Çepnî beşdar bûn. Di civînê de “Têkoşîna me ya edaletê nayê astengkirin, bila kesên di bin çavan de werin berdan” hat daliqandin.    PEYAMA YEKITIYÊ    Di civînê de ewilî Mûrat Çepnî, diyar kir ku şûna dewlet kesên mirov qetilkirin asteng bike, sûc dike û wiha got: “Divê hevalên me demildest werin berdan. Berî ku mirov werin qadê bi hovane hatin binçavkirin. Divê em li dijî kesên ji vê komkujiyê sûdê digirin bi hev re têbikoşin. Em ji bo Enqereyê, Pirsûsê û Gulistan Dokûyê edaletê dixwazin.”    ‘EM DEST JÊ BERNADIN’   Emrah Topaloglû yê li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê axivî û wiha got: “Kesên ku difikirin em ê bi van binçavkirinan dest ji têkoşîna xwe berdin bila baş bizanin ku em dest ji têkoşîna xwe bernadin.” Endamê Komeleya 10’ê Cotmehê Mûstafa Dogan jî bal kişand ku li Tirkiyeyê mirov ji bo edaletê her tim têdikoşin û bi lêv kir ku dema ji bo Pirsûsê edalet hat wê demê dê ji bo Komkujiya 10’ê Cotmehê jî were.                                                                                                         JI BO DAXWAZA EDALETÊ BARÎKAT   Keça Naze Gul Boyraz a di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da Yasemîn Boyraz jî wiha got: “Heke ser dosyaya Komkujiya Pirsûsê 20 mehan biryara veşartinê nebûya Komjiya Enqereyê jî pêk nedihat. Kekê faîlê Komkujiya Pirsûsê li Enqereyê komkujî pêk anî. Em îro careke din ji bo daxwaza xwe ya edaletê nû bikin hatin Enqereyê lê em bi bariyeran re rûbirû man. Bariyerên ku ji bo kujeran hatibûna danan, danîn pêşiya me.”   ‘YÊN KU DI DARIZÎNIN EM IN’   Endama Komîsyona Edaletê ya ji bo Gulîstan Dokû Helîn Yagmûr jî wiha axivî: “Ji bo bi yek dengî em daxwaza edaletê berz bikin li vir in. Em ê berdewam bikin ku têkoşîna edaletê bikin yek. Li dijî van hemûyan rojekê em ê yên ku darizînin dê bibin em. Heke em bibin yek deng em ê serbikevin.”