Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga 2021-07-10 15:42:19   STENBOL - Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, diyar kir ku girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne bi mama jiyana xwe didomîne û ji bo ku bê tedawîkirin xwest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 485'emîn de çalakiya xwe ya "Rûniştina F" ku pê balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li dar xist. Ji ber pandemiyê komîsyonê çalakiya xwe bi awayekî online li dar xist û balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne. Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Tamboga (22) di 15 saliya xwe de hatiye girtin û gelek nexweşî lê peyda bûne û ji ber nexweşiyan gelek kîlo winda kiriye û daketiye 35 kiloyan.    Di dawiya axaftina xwe de Acettîn, daxwaz kir ku hemû girtiyên nexweş ji bo tedawiyên xwe bên berdan û got ku li gel mafê wan ê tenduristiyê ji bo parastina mafê wan ê jiyanê peywir dikeve ser milê rayedaran û banga hestiyariyê li raya giştî kir.