Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin 2021-07-10 14:59:55   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, diyar kir ku ji ber taloqkirina emeliyat û taloqnekirina înfaza wî rewşa girtiyê nexweşê pênçeşêra qirêkê Yûsûf Yakşi giran bûye.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 357'emîn de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîneke çapameniyê li dar xist. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Omer Farûk Yazmaci, di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Yakşi ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Sîncanê girtî ye. Yazmaci, diyar kir ku Yakşî di sala 2017'an de hatiye girtin û di sala 2019'an de hatiye tespîtkirin ku bi nexweşiya pençeşêrê ya qirikê ketiye.    Yazmaci, bi lêv kir ku Yakşî di 31'ê tebaxa 2020'an li Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepepeyê emeliyat bûye û di heman şeva emeliyatê de sewqî girtîgehê hatiye kirin û derbarê reşwa Yakşî de ev agahÎ dan: "Ji ber pandemiyê di qawişa yekkesî de dimîne. Ev jî bi awayekî neyînî bandor lê dike. Ji xwar û vexwarinê jî bûye, gelek kîlo winda kiriye. Ji bo axaftinê aparatê di qirika xwe de derdixe. Hatiye ber asta ku nikare biaxive. Li gorî agahiyên malbata wî ku di 6'ê tîrmehê de çûye hevdîtina wî; windakirina kîloyên wî gelek zêde bûye. Nikare bi tena serê xwe bijî. Malbat derbarê rewşa wî de bi dozger hevdîtin kiriye lşê doger gotiye bijîjk derbarê rewşa wî de dikarin biryar bidin. Emeliyata ku bê kirin de wê qirika wî te bê jêkirin û wê êdî nikaribe biaxive."   Di berdewamê de Yazmaci, xwest ku ji ber rewşa wî înfaza Yakşî bê taloqkirin.