Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn 2021-07-10 12:56:36   STENBOL - Parêzerê 9 meleyên ku bi hêceta mewluda kurdî xwendine hatin girtin Huseyîn Bogatekîn, diyar kir ku dadgehê berî ku dest bi girtina îfadeyan bike biryara girtinê daye û ev yek di kompîturê de dîtine.   Di çarçoveya lepîrsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de polîsan di 3'ê tîrmehê de bi awayekî hemwext operasyon li dar xistibû û Serokê Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) Ekrem Baran û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Nas jî di nav de 28 kesan binçav kiribûn. Kesên hatibûn binçavkirin duh sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatibûn kirin û ji wan 9 kes hatibûn girtin. Balkêş bû ku ji meleyên ku xebatên wan ên komeleyê sûc hatin hesibandin re pirsên “Çima we xutbeya diyanetê ne xwend?” û “Çima hûn nimêj û dûayan kurdî dikin?” hatin pirsîn.   Îbrahîm Yalin ê 7 rojan di bin çavan de ma û bi şertê kontrola edlî hat berdan diyar kir ku di dema binçavkirinê de deriyê mala wî hat şikandin û tundiya psîkolojîk hatiye sepandin. Yalin, da zanîn ku dema li qereqolê bûn gelek kes ji ber nexweşiyên xwe rakirin nexweşxaneyê û Halîl Bûlût ê 82 salî gelek caran aciz bû. Yalin, bi lêv kir ku ev yek nayê qebûlkirin û anî zimam ku wêneyên ku dema li mizgeftê nimêj dikin weke sûc pêşkeşî wan kirine.    WÊNEYÊN NIMÊJKIRINÊ   Yalin, diyar kir ku di dema îfade girtinê de zordarî li wan hatiye ferzkirin û wiha got: “Wan bi israr hewl didan ku nimêjkirina min krîmînalîze bikin. Digotin min ji rêxistinê re pere şandiye û li min qebûlkirina vê ferz dikirin. Wêneyên dema alîkariya ku me ji bo heqê av, ceyran û kirêya komeleya xwe kom dikir kişandibûn, danîn pêşiya me û hewl dan weke sûc bihesibînin.”   DEMA KURDÎ BE SÛC E   Yalin, da zanîn ku li Mizgefta Hz. Omer ya li Taxa Guvercîntepe ya navçeya Başakşehîr a Stenbolê nimêja înê dane kirin û wiha axivî: “Sûcê me tenê ev e. Wekî din gelek meleyên me ji bo ku bi kurdî weaz dan hatin sûcdarkirin. Heke weaz dayîna kurdî sûc be niviyê Tirkiyeyê sûcdar e. Divê ev daraz ne li dijî me li dijî Xwedê hatibûya kirin. Bila biçin ji Xwedê re bêjin ‘te çima zimanê kurdî afirandî ye’. Bila dozê li Xwedê vekin. Heke hêza wan têra bike bila wî bidarizînin. Ji ber ku Xwedê ev ziman daye. Zimanê me yê dayikê kurdî ye. Îro li her derê welat bi awayekî azad Îngîlîzî tê hîn kirin û axaftin lê dema gotûbehs dibe kurdî sûc tê hesibandin.”   XUTBE SÛC HAT HESIBANDIN   Fahrettîn Ulgen ê bi şertê kontrola edlî hat berdan jî diyar kir ku bi dehan pirsên weke “We çima komele ava kir, hûn girêdayî KCK’ê ne, pereyê ku we kom dikir ku derê ve diçû?” ji wan hatine pirsîn û wiha got: “Pereyekî ku têra kirêya me neke dibêjin we ji çiya re şandi ye. Dîsa alîkariya me li jineke mûhtac kir jî sûc hatiye hesibandin. Gotin ‘we nedizanî ku lawê wê jinê terorîst e?” Lê lawêkî wê jinê li derve ye lawekî wê jî li eskeriyê ye. Li aliyê din hevdîtinên me yên telefonan û xutbeyên ku me kurdî xwendin sûc hatin hesibandin.”   MEZHEBA ŞAFÎTIYÊ JÎ SÛC E   Parêzerê endamên KÎD û DÎAY-DER’ê yên hatin girtin endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Huseyîn Bogatekîn jî da zanîn ku bi taybetî kurdî dikin mijara sûc û wiha got: “Muwekîlên me ji ber hin têgeh û peyvên kurdî bikaranîne hatin sûcdarkirin. Wekî din pêkanîna rituelên mezhebê şafî jî weke sûc danîn pêşiya me.”   DERKETINA DERVEYÎ DIYANETÊ   Bogatekîn, anî ziman ku bi pirsên weke “We çima xutbeya diyanetê ne xwend, çima hûn derdikevin derveyî şiroveyên diyanete, çima rituel û şiroveyên aîdî we hene?” sûc hilberandine û wiha berdewam kir: “Di van salên dawî de bi awayekî vekirî evqas azadiya ol û baweriyê nehatibû binpêkirin. Wekî din dema em li benda îfade girtina dadgehê bûn li hin rojname û malperên înternetê axaftinên serokê diyanete derbas bûn, van axaftinan bandor li girtina muwekîle me kir. Bi taybetî axaftineke wî ku muwekîlên me hedef bigire çêbû. Îdia kir ku 'Li dijî olê îslamê xebat tên bi rê ve birin'. Ji xwe biryara vê lêpirsînê hatibû dayîn.”   EM QEBÛL NAKIN   Bogatekîn, rewşa ku dema li benda îfade girtina Dadgeha Ceza ya Sûlhê disekînin, bûn şahid parve kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazim vê rêzaletê jî parve bikim. Dema em çûn dadgehê ji xwe di ekrana kompîturê de biryara girtinê hatibû nivîsîn. Ji bîr kirin ku vê veşêrin. Me wek parêzeran ev yek dît. Berî ku îfade bên girtin biryar hatibû dayîn. Ev rewş li 4’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê hat jiyîn. Em vê rewşê qet qebûl nakin. Temenê hemû muwekîlên me jî di ser 70 de bûn. Ji bo ku di demekî nêzîk de werin berdan em ê hemû hewldanên hiqûqî bikin.”   MA / Mehmet Aslan