Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn 2021-07-10 12:43:31   AMED - Xizmên windayan, aqûbeta rêveberê DEP'ê Fethî Yildirim ku di sala 1994'an de li navçeya Wêranşarê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 648'emîn de bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta rêveberê Partiya Demokrasiyê (DEP) Fethî Yildirim ku di sala 1994'an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, hat pirsîn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mehmet Saçaklidir, çîroka Yildirim vegot.    HAT BINÇAVKIRIN   Rêveber Mehmet Saçaklidir, diyar kir ku Yildirim, di 4'ê çileya 1994'an de bi rêveberên partiya xwe Alî Kûran û Nacî Kapancilar re çûye mala Abdo Mûtlû ku ji Almanyayê hatibûye û wiha got: "Piştî çend saetan polisan bi ser malê de girtiye û Fethî Yildirim, Alî Kûran, Nacî Kapancilar xwediyê malê Abdo Mûtlû binçav kirine. Alî Kûran ku di heman şevê de saet di 23.00'an de hatiye berdan li Suleyman Yildirim geriyaye û gotiye ku ji bilî Fethî Yildirim tevhatine berdan."    VEGOTINA ŞAHIDAN   Saçaklidir, vegotina Kûran û Kapancilar a derbarê bûyerê de wiha ragihand: "Dema ku em li malê rûniştîbûn, Ji Miduriyeta Polisan a Navçeyê; polisên bi navê Selçûk Ûygûr, Osman Harman, Alptekîn Kartal û Ûgûr Avşar jî di nav de komeke qerebalix a polisan bi ser malê de girt. Me li hev civandin û pirs kirin ku kî ji me Fethî Yildirim e. Dema ku hîn kirin Fethî kî je me ye, çavê me her çaran jî girtin û bi xwe re birin. Piştî 2 saetan çavên me vekirin û ji me xwestin ku em girtekeke ku nivîsandin îmze bikin. Di vê navberê de me ferq kir ku Fethî ne li cem me ye. Piştî îmzeyan me berdan."      MALBATÊ SERI LI DMME'YÊ DAYE   Di berdewamê de Saçaklidir, destnîşan kir ku malbata Yildirim serî li hemû saziyan xwedî raye dane û ji ber tu bersiveke erênî negirtine serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye.     ÊLIH   Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê, di hefteya 485'emîn de li avahiya ÎHD'ê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar xistin. Di çalakiya ku xizmên winda tevlîbûn û wêneyên windayan hilgirtin de Rêveberê Şaxa ÎHD'a Êlihê Ahmet Şîray axivî û diyar kir ku ji bo aqûbeta Aydin Ay ku di 27 saliya xwe de hatiye revandin pirs bikin li hev civiyane. Şîray, da zanîn ku Ay karkerê înşatê de bûye û di heman demê de endamê HEP'ê bûye û wiha got: "Ay di 10'ê tîrmeha 1993'an de ji bo kirîna çixarê ji mala xwe dertê. Li gorî şahidên derdorê kesên biçek ên kincên wan sivîl li Ayd didin û wî li wesayîtekê siwar dikin û dibin. Rexmî ku dayika Ay Remziye Ay 9 rojan li ser hev xwarin kinc birine qereqolê û qebûl kirine jî di roja 10'an de ne xwarin û ne kincan qebûl kirine û gotine ku kesekî wisa li cem wan tune ye. Ji wê rojê ve agahî ji Ay nayê girtin. Hemû hewldanên malbatê yên qanûnî bêencam man."