Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin 2021-07-10 11:35:54   AMED - Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’an de li Amedê hatibû revandin û piştre hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Kesên ku beşdarî bîranînê bûn destnîşankirin ku wê xeyalên Aydin û Denîz Poyraz a ji aliyê heman hişmendiyê ve hatine qetilkirin pêk bînin.    Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji mala xwe hatibû revandin û piştî 2 rojan cenazeyê wî li navçeya Medenê ya Xarpêtê li binê pirekê hat dîtin, li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hat bibîranîn. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan û endamên partiyê, Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn, hevşaredarên ji peywîrê hatin girtin, birayê Aydin Veysî Aydin û welatî beşdarî bîranînê bûn.    Di biranînê de ewilî Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan, diyar kir ku qetilkirina bi îşkenceyê ya Vedat Aydin, vîn, siyaset û têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd hedef hat girtin û wiha got: “Xwestin heqîqeta gelê kurd ji holê rakin. Lê xeyalên wan di gewriya wan de man. Fîkriyata Vedat Aydin hedef girtin. Fikriyata Vedat Aydin, azadiya gelê kurd, aştiyeke bi rûmet, heq, hiqûq û edalet bû. Vedat Aydin ji me veqetandin lê bi hezaran Vedat Aydin hatin ser dinê û vê têkoşîna wî ya birûmet bi rê ve dibin.”   HEMAN HIŞMENDIYÊ POYRAZ JÎ QETIL KIR   Ceylan, bi lêv kir ku heman hişmendiyê di 17’ê hezîranê de Denîz Poyraz jî qetil kir û wiha axivî: “Gelê kurd bi qetilkirina Denîz Poyraz derket qadan. Gelê kurd weke duh îro jî bi daxwaza azadî û demokrasiyê li qadan e. Difikirin ku bi van komkujiyan tenê zirarê didin kurdan, HDP’ê û siyaseta demokratîk lê zirarê didin gelan û civakê. Aştiya civakî qetil kirin. Em careke din bi israr dibêjin. Tişta ku bi gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bide qezençkirin, têkoşîna Vedat Aydin û Denîz Poyraz e. Em ê xeyalên Vedat Aydin jî û yên Denîz Poyraz jî pêk bînin.”   EM FAÎLAN NAS DIKIN   Birayê Aydin Veysî Aydin jî da zanîn ku bi ser qetilkirina birayê wî re 30 sal derbasbûne lê hêj jî faîl ne derxistine holê. Aydin, bi lêv kir ku qetilkirina birayê wî “cînayeteke polîtîk e” û wiha axivî: “Cînayeteke ku faîlê wê neyê dîtin, tiliya dewletê di nav de heye. Wê rojê jî wisa bû îro jî wisa ye. Dewlet di nava vî karî de ye. Ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd tesfiye bikin, polîtîkayên tirsandinê xistin meriyetê. Vedat Aydin ji ber vê yekê hedef hat girtin û qetilkirin. Em faîlan nas dikin, îtîraf hene. Lê dewlet ker, kor û lal e.”   Aydin, da zanîn ku heta polîtîkaya dewletê ya ser kurdan neyê guhertin, faîlên 17 hezar kiryarên nediyar nayên derxistin û spasiyên xwe pêşkeşî kesên beşdarî bîranînê bûn kirin.    ‘EM Ê BI MÎRATEYA WÎ TÊBIKOŞIN’   Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn jî bi bîr xist ku Vedat Aydin parazvanê mafê mirovan bû û wiha got: “Em jî wê bi mîrateya wî ya cesaretê ku ji me re hişt têbikoşin.”