Polîsan êrişî Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê kir: 13 kes binçav kirin 2021-07-10 10:47:15 ENQERE - Polîsan êrişî endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku ji bo bîranîna 10’ê Cotmehê hatin Enqereyê kirin û 13 kes binçav kirin.    Polîsan endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku di çarçoveya kampanyaya salvegera 6’emîn a Komkujiya Pirsûsê de hatiye destpêkirin, da beşdarî bîranîna qûrbaniyên ku di Komkujiya Enqereyê ya di 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan bibin, negirtin qadê.    Polîsên ku nêzî Garê wesayîta endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê dorpêç kirin, bi gaza îsotê êrişî wan kirin. Polîsan Ummuhan Ozdemîr, Yucel Yavûz, Volkan Ûyar, Yaren Tûncer, Ebrû Yîgît, Bîrkan Polat, Dogûcan Adiyaman, Şamîl Parlak, Zeynep Tan, Zeynep Ulger, Ayşe Mîzgîn Esmer, Dogûş Ozdemîr, Guney Akgun bi lêdanê binçav kirin.