Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Bîrlîk: Li dijî şerê mêrê serdest, çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye 2021-07-10 09:07:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Leyla Bîrlîk destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirkirina xaka Kurdistanê pêdivî bi têkoşîneke hevpar heye û got: "Li dijî şerê mêrê serdest çareserî Kongreya Jinan a Neteweyî ye."  Operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê ku di 23'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve dabû destpêkirin, bi mehan e didome. Li dijî operasyona ku wekî "dagirkirina xaka Kurdistanê" tê bi navkirin, bertek û nêrazîbûn jî didomin. Tevî van geşedanan li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) xebatên ji bo yekîtiya neteweyî tên kirin. Berdevka Komîsyona Jinan a KNK'ê Leyla Bîrlîk geşedanên dawî û xebatên komîsyona jinan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.    'DAGIRKERÎ'   Bîrlîk, di axaftina xwe de ewilî bal kişand ser operasyona derveyî sînor a Tirkiyeyê û anî ziman ku divê ev êrîş wekî operasyoneke neyê pênasekirin û got: "Ev êrişa li ser xaka  Kurdistanê ne operasyon e, êrişeke dagirkeriyê ye. Di serî de dewleta tirk perçeyek Kurdistanê dagir kir û niha jî dixwaze perçeya duyemîn dagir bike. Demek berê, li Rojava hewldanên dagirkirinê hebûn. Niha jî li dijî xaka Başûrê Kurdistanê heman rêbaz berdewam dike. Gotinên dewleta tirk ev in, 'PKK li wir e û ji ber vê yekê me operasyon li dar xist, dema ku me xelas kir em ê vegerin.' Beriya her tiştî, divê her kes zanibe ku ev gotin derew e. Gerîlayên PKK li her deverê ne. PKK li Başûrê Kurdistanê be an ne be, armanca wan dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Armanca wan a vê sedsalê ew e ku sînorên sunî zêde bikin û dagirkeriya xwe mezintir bikin. Bi rastî, Efrîn di warê dîrokê de mînakek pir baş e. Ev dagirkerî mîna dagirkirina Efrînê ye. Tirkiyeyê li Efrînê çi kir? Tirkiyeyê hemû kurdên Efrînê ji wir dersînor kir û kesên ku derneketîn jî ew qetil kirin. Dest dirêjî xweza, jin û zarokan kir. Hedef û armanca wan a sereke ew e ku li Başûrê Kurdistanê tiştê ku li Efrînê kirin, bikin. Cîhan jî dibîne û dizane ku dewleta tirk ev 3 meh in bi hemû hêza xwe êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û ji xwe re qadên dagirkeriyê vedike."   'LI SER ZEMÎNEKE HEVPAR EM WERIN CEM HEV'    Bîrlîk, îşaret bi Yêkitiya Neteweyî kir û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de tişta herî girîng û pêwîst Yêkitiya Neteweyî ye û divê kurd li gorî berjewendiyên xaka xwe tevbigerin û wiha dom kir: "Em KNK û Komîsyona Jinan a KNK'ê, em bi saziyên din ên kurd re xebatên Yekîtiya Neteweyî didin meşandin. Berî van êrişên dagirkirinê, xebata me ya Yekîtiya Neteweyî hebû. Ev xebatên me hîn jî berdewam dikin. Em hem li Ewropa hem jî li perçeyên din ên Kurdistanê, di vê çarçoveyê de xebatên xwe didomînin. Di van xebatan de kedeke mezin hat dayîn. Armanc rawestandina dagirkeriyê û avakirina Yekîtiya Neteweyî ye. Ya ku niha hewce dike ew e ku em bi hev re rûnên û bi rêbazên nû metotên nû biafirînin.  Em Komîsyona Jinan a KNK'ê, nêrîna  me ya li hemberî Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê wiha ye; em naxwazin du kurd gava li tenişta hev, li kolanekê mil bi mil dimeşin bi nerehetî bimeşin. Kîjan partiyeke kurd kîjan xeletiyê bike bila bike, dîrok dê wan binivîsine. Nêrîn û armancên partiyên siyasî çi dibe bila bibe, armanca me ew e ku em wan li ser zemînek hevpar bînin cem hev. Armanca me bi vê xebatê  ew e ku em êrişa dagirkeriyê rawestînin û pêşî lê bigirin. Xebata me bi metod, civîn û rêbazên nû didome. Ji bo vê hewldanên me hene. Li Başûrê Kurdistanê bi gelek kesayet û endamên partiyê re civîn çêbûn, hin heyet çûn Ewropayê. Di heman demê de berteka gel a li dijî vê dagirkeriyê heye û ev hîn jî berdewam dike."    AMADEKARIYÊN KONGREYA JINAN A ROJHILATA NAVÎN   Bîrlîk, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tenê hêza ku bikaribe li hemberî êrîşên dagirkeriyê bisekine hêza jina ye û ji ber wê jî pêdivî pê heye ku jin bi rêbazeke afiriner li dijî van êrîşan çareseriyê ava bikin.   Bîrlîk got: "Em baş dizanin ku li Başûrê Kurdistanê hewldanên cidî hene ku kurdan bînin hemberî hev. Hewce ye ku em hemû bala xwe bidin vê yekê. Niha welatê me di bin dagirkeriyê de ye û ew tişta ku ji berê de pêk anîn dixwazin dubare dubare pêk bînin. Dibe ku di nav me de bîrdoziyên cuda û nîqaşên cuda hebin, lê çi dibe bila bibe, divê her kurdek zanibe ku ev dagirkerî axa me bombebaran dike, zarok, jin û xwezaya me talan dike. Dema ku em bi vê hesasiyetê nêz bibin, wê hingê, yên ku ev şer dane destpêkirin û dixwazin hebûna me ji holê rakin, tune bibin. Armanca me ya sereke û hewildana me ya sereke divê li dijî vê dagirkeriyê têkoşîn be. Di vê pêvajoyê de Kongreya Jinên Neteweyî pêdivî ye. Em jin ji vî welatî ne ku hatiye perçekirin. Ji ber wê jî  pêdivî bi kongreya jinan heye. Wekî ku hûn dizanin, berê du Kongreyên Jinên Kurd ên Neteweyî çêbûbûn. Niha ji bo kongreya sêyemîn amadekarî tên kirin. Avakirina binesaziya kongreyê didome. Ez dibêjim li gel vê kongreyê pêdivî bi Kongreya Karkerên Neteweyî heye. Di heman demê de hewcedariya Kongreya Ciwanên Neteweyî jî heye. Lê Kongreya ku herî zêde pêdivî pê heyî Kongreya Neteweyî ya Kurd e. Ev ya herî lezgîn e. Çi dibe bila bibe, divê di vê pêvajoyê de Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk were. Ji ber ku em di serdemek dîrokî re derbas dibin. Jinên Kurd îro pêşengiya Rojhilata Navîn dikin. Pêdivî ye ku bi jinên faris û suryanî re kongre were lidarxistin. Li dijî dewleta mêr, çareserî li darxistina Kongreya Jinên Neteweyî ye. Armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Kurdistanê ye, armanc tevahiya Rojhilata Navîn e. Ji ber wê, hewce ye ku bi jinên ermenî, ereb, suryanî re civîn bên lidarxistin. Bi van jinan re lidarxistina Kongreya Jinên Rojhilata Navîn girîng û watedar e. Her çend xebata vê yekê ne bi tevahî be jî, amadekaryên wê hene. Di vê çarçoveyê de em li gel jinên ereb nîqaşan dikin."    'HERÎ ZÊDE JIN ZIRARÊ DIBÎNIN'    Bîrlîk, anî ziman ku di şer de herî zêde jin zirarê dibînin û  lewma li dijî şerê mêr pêdivî bi bilindkirina têkoşîna jin heye. Bîrlîk got: "Çi ciwan, çi jin, çi zarok û çi jî mêrên ku di şer de dimirin, hemû  zarokên heman dayikê ne. Kesên ku di vî şerî de zarokên xwe wenda dikin jin in. Ne tenê zarokên wê, lê her tiştê li gerstêrkê hilberîna jinan e. Ji barana li ezman bigire heya kevirê dikeve, ew bandora jinê ye. Ji ber ku her tiştê diqewime hilberîna jinê ye. Ji ber wê ya ku herî zêde êşê dikişîne jin in. Xweza û keda ku jinan afirandiye tê qetilkirin. Ji ber wê herî zêde jin ji şer bandor digirin. Dewleta tirk ku dagir kiribe jin her tim kirine hedefa xwe."    BANGAWAZÎ   Bîrlîk, daxuyand ku li hemberî şereke navxweyî divê têkoşîneke hevpar bê meşandin û ev bang li jinan kir: "Yên ku îro li Kurdistanê herî zêde êşê dikişînin jinên kurd in. Lê ez ne tenê bang li jinên kurd, di heman demê de bang li jinên asûrî, ereb, ermenî û faris jî dikim; me ev cîhan ava kir. Lê îro mêrê serdest bi hemû hêza xwe êrîş dike. Werin em nehêlin ku keda sedsalan e vala biçe û em bi hev re xwedî lê derkevin û ji nû ve biafirînin."   MA / Zeynep Dûrgût