11 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin 2021-07-09 21:11:21   STENBOL - Ji endamên DÎK û DÎAY-DER'ê ku 7 roj in di binçavan de bûn, 11 jê bi daxwaza girtinê û 15 jê jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.   Di 3'yê Tîrmehê de li Stenbolê Serokê Komeleya Alimên Olê (DÎAY-DER) Ekrem Baran jî di nav de 26 endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û DÎAY-DER'ê hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê 11 kes bi daxwaza girtinê û 15 kes jî bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin.    Kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin ev in: “Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç, Lutfî Buyîkefe, Riza Ûgûr, Sefa Mehmetoglû."   Kesên bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin ev in: “Hasan Karahan, Îbrahîm Yakin, Fevzî Variş, Celal Kiliçer, Nasrî Tongûç, Mehmet Emîn Kirmizikiyin, Şemsettîn Taş, Mehmet Şîmşek, Îbrahîm Şek, Nûr Mehmet Işik, Abdulhakîm Oztekîn, Alî Demîr, Fahrettîn Ulgun.”