Li Antalyayê 20 girtiyên bi darê zorê hatin sewqkirin hatin îşkencekirin 2021-07-09 19:50:56     ŞIRNEX - 20 girtiyên ku ji Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L'yê bi darê zorê sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê hatin kirin, ji ber ku li ber ferzkirina lêgeerîna tazî rabûn ji aliyê gardiyanan ve hatin îşkencekirin.    20 girtiyên ku bi darê zorê ji  Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L'yê sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S'yê hatin kirin, hatin îşkencekirin.   Ji girtiyên hatin sewqkirin Îslam Erdogan duh telefonî malbata xwe kir û ragihand ku gardiyanan lêgerîna tazî li wan ferz kirine û ji ber ku qebûl nekirine, gardiyanan êrîşî wan kiriye û li wan xistine. Erdogan, ragihand ku li girtîgehê bi pêkanînên nemirovane re rû bi rû ne.    'HÛN NIKARIN BI KURDÎ BIAXIVIN'   Erdogan, bilêv kir ku rêveberiya girtîgehê mafê mirovan binpê dike û lê dê li ber van pêkanînan serî netewînin û got: "Heger îro raya giştî dengê me nebîhize dibe ku tiştek bê serê me. Rêveberiya girtîgehê bi awayekî aşkere ji me re got, 'Hûn nikarin li vir bi kurdî biaxivin, bi tirkî biaxivin.' Ez kurd im û ez ê bi kurdî biaxivim. Heger tiştek bê serê min û hevalên min, berpirsyar rêveberiya girtîgehê ye. Îşkence li me kirin. Lê me li hemberî vê îşkenceyê serê xwe netewand û em ê netewînin."   GIRTIYAN BI ERDÊ VE KAŞ KIRINE    Erdogan, di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku di girtîgehê de jiyana wan di xetereyê de ye û got: "Li vir rewş nebaş e û bi awayekî aşkere êrîşî me dikin. Provakasyonan dikin. Li vir îşkence heye. Rewşa me nebaş e û em di talûkê de ne. Êrîşî hevalê me yê nexweş kirin. Di encama êrîşê de hevalê me ji ser hişê xwe çû û ket erdê. 10 kesan êrîşî min kir û dest û pêyên min şikandin. Serê min û lingên min werimîne. Ez nikarim çavê xwe vekim. Em nebirin nexweşxaneyê. Destê me ji paş de kelemçe kirin û em bi erdê ve kaş kirin. Em vê pêkanînê qebûl nakin. Em niha avêtine hucreyê. Di hucreyê de cih tune ye ku em li ser razên. Her roj lêgerîna tazî li me ferz dikin. Em vê qebûl nakin û li ber wan serê xwe natewînin. Hemû tiştên me desteser kirin. Hesabên me qut kirin. Bangawaziya me ji bo sazî û komeleyên mafên mirovan heye; bibin dengê me. Li vir îşkence heye û em di talûkê de ne."