Wê li Êlihê têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn 2021-07-09 16:43:05   ÊLIH - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome wê sibê li bajar daxuyanî bide çapameniyê.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome wê sibê li bajar daxuyanî bide çapameniyê. Wê daxuyanî saet di 16.0'an de li Parqa Ataturk a li bajêr bê dayîn. Wê aktîvîstên TJA, parlamenterên HDP'ê û rêveberên DBP'ê yên bajar jî piştgirî bidin daxuyaniyê.