Polisan mudaxaleyî malbatên Pirsûsê ku xwestin bimeşin Enqerê kirin 2021-07-09 14:47:14   STENBOL - Polisan mudaxaeleyî endamên SGDF'ê û Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku di çarçoveya kampanya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji herkesî re edalet" de xwestin ji ber Şaredariya Kadikoyê bimeşin Enqerê kirin û 5 kesan binçav kirin.    Endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, di çarçoveya kampanya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji herkesî re edalet" de li ber ber Şaredariya Kadikoyê hatin gelhev û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji herkesî re edalet" hat vekirin û gelek endamên înîsiyatîfê û nûnerên partiyên siyasî jî tevlî daxuyaniyê bûn. Malbatên Pirsûsê û birîndaran li vir axivîn û bi bîr xistin ku beriya 6 salan li heman cihê li hev kom bûne û çûne Pirsûsê. Piştre gotin ku wê vê carê jî bi daxwaza edaletê bimeşin Enqerê.    Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Hivda Selen, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û bal kişand ser rewşa komkujiyên ku pêk hatine û parastina dewletê ya kujeran.    MEŞA BER BI ENQERÊ VE   Piştî daxuyaniya heyeteke sombolîk ku ji 8 kesan pêk dihat meşiya û piştî meşê li wesayîtan siwar bûn xwestin biçin Enqerê. Lê polisan pêşiya wan girt û gotin ku wê bi peşmalkên ku li ser wan nivîsa "Ji bo Pirsûsê edalet, ji herkesî re edalet" hene destûr nedin meşê. Li ser vê 8 kes di bin dorpêça polisan de xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin.    5 KES DI BIN ÇAVAN DE NE   Polisan mudaxaleyî çalakiyê kirin û Volkan Ûyar, Ummuhan Ozdemîr, Yaren Tûncer, Emrah Topaloglû, Mûstafa Kazak binçav kirin.    Her wiha polisan mudaxaleyî rojnamegerên ku ku çalakiyê dişopandin jî kirin û asteng kirin ku wêne û dîmenan bikişînin.