Doza rojnamevanan hat taloqkirin 2021-07-09 12:37:18   STENBOL - Di doza 6 rojnamevanên ku ji ber nivîsên e-postayê yên Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak kiribûn nûçe tên darizandin, biryara ku “teqîbat were berfirehkirin” hat dayîn.    Rojnamevan Omer Çelîk, Tunca Ogreten, Mahîr Kanaat, Derya Okatan, Eray Sargin û Metîn Yoksû ji ber ku nivîsên e-postayên Wezîrê Enerjiyê yê berê Berat Albayrak kiribûn nûçe tên darizandin. Her şeş rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kirine”, “astengkirina pergala înformatîk” û “tunekirina daneyan” negirtî tên darizandin. Danişîna doza rojnamevanan li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Ogreten û Okatan beşdarî danişînê bûn. Parêzer jî amade bûn.    Dozger ji bo agahiyên derbarê lêpirsînê de werin pirsîn, xwest “teqîbata dozê were berfirehkirin.”    Parêzer di danişînê de axivîn û miwekîlên wan bi awayek çalak pîşeya xwe dikin û xwestin sepana kontrola edlî were rakirin.    Dadger daxwaza teqîbatê qebûl kir, biryara dewama kontrola edlî da û danişînek din jî taloqî 9’ê kanûnê kir.