Îfadeyên endamên DÎK û DÎAY-DER’ê hat girtin 2021-07-09 12:36:54   STENBOL - Îfadeya endamên DÎK û DÎAY-DER’ê yên 7 roj in di binçavan de ne hat girtin. Mele Halîl Bûlût ê rakiribûn nexweşxaneyê, piştî girtina îfadeya wî hat berdan.    Di çarçoveya lepîrsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da destpêkirin de polîsan 3'ê tîrmehê bi awayekî hemwext operasyon li dar xistibûn û Serokê Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) Ekrem Baran û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Nas jî di nav de 25 kes  binçav kiribûn. 23 kesên di binçavan de li Qereqola Cendermeyan a Maslakê 2 jî li Qereqola Cendermeyan a Eyupê tên ragirtin. Îfadeya 25 kesan hat girtin. Mele Halîl Bûlût ê di bin çavan de aciz bibû û rakiribûn nexweşxaneyê, piştî îfadeya wî hat girtin, hat berdan. Tê payîn ku ji 24 kesên îfadeya wan hatin girtin wê 10 kesan îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê werin kirin.