Her roj kurd tiştan jê dikirin lê kurdî nîne! 2021-07-09 12:09:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Çawa ku li saziyên dewletê xizmeta bi kurdî nayê kirin, di heman demê de li sazî ango şîrketên taybet jî xizmeta bi kurdî nîne. Li Decathlon a li Tepe Nautilusa Kadikoyê bi gelek zimanan “Hûn bi xêr hatin” hatiye nivîsandin lê cih nedane kurdî.  Polîtîkaya cihêkariya li hember ziman û çanda kurdî berdewam dike. Li Tirkiyê zimanê kurdî wek zimanê “nayê zanîn” ango wek “zimanê X” tê pênasekirin. Ji ber statûya zimanê kurdî nayê zanîn çi li saziyên dewletê û çi jî li saziyên serbixwe ango taybet zimanê kurdî bi cihêkariyê re rûbirû maye.    LI NAVENDÊN DAN Û SITENDINÊ XIZMETA BI KURDÎ NÎNE    Çawa ku di balafirên Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) û balafirên şîrketên taybet ên ku her roj rêwiyan tînin Bakurê Kurdistanê xizmeta zimanê kurdî nayê dayîn, di heman demê de li gelek mexazayên cilan ku her roj bi hezaran kurd diçin danûstandinê dikin jî zimanê kurdî di nava zimanê xizmetê de nîne. Yek ji van mexazayan jî Decathlon e ku bi kurdî xizmetê ji bo welatiyên kurd nake.    DECATHLON JÎ CIHÊKARIYA KURDÎ DIKE    Li mexazaya Decathlon a li Navenda Dan û Sitendinê ya Tepe Nautilus a li Kadikoya Stenbolê bi nêzî 30 zimanî “Hûn bi xêr hatin” hatiye nivîsandin, lê belê dîsa kurdî nehatiye nivîsandin. Gelek zimanên gelên cîhanê di vê afîşa pêşwazikirinê de hatiye nivîsandin, lê bi kurdî nehatiye nivîsandin. Balkêş e ku her roj ango her meh gelek kurd diçin mexazayên Decathlonê lê bes xizmeta bi kurdî nîne. Tenê ne li mexazaya Tepe Nautilusê li hemû mexazayên wê cih nedane zimanê kurdî.